Derhêner Oz: Wexta gelê kurd azad bibe wê sînema jî azad bibe

img

ÊLIH - Derhêner Kazim Oz, diyar kir ku her çend kêmasiyên sînemaya kurdî hebin jî, dîsa bi pêş dikeve. Oz, got wê azadiya gel sînemaya kurd jî azad bike. 

Derhêner Kazim Oz, diyar kir ku di sînemaya kurdî de fîlmên mîtolojîk û komediyê pir tune ne. Oz, destnîşan kir ku rewşa jiyana gel rewşeke zor e û ev rewş di wê astê de ye ku bala cîhanê bikişîne. Oz got: "Niha hemû jiyana gelê kurd polîtîk e. Hema bêje tu karktereke kurd tune ye ku eleqeya wî bi siyasetê tune be. Kesên eleqeya wan bi siyasetê tune be jî bi tena serê xwe karektereke polîtîk e. Li cîhanê gelê herî polîtîk gelê kurd e. Tu biçî kîjan gundê Kurdistanê kêşanê bikî an jî hevpeyvînê bikî, kesên diaxivin bi qasî siyasetmedarekî polîtîk tev digerin. Hîn hin meseleyên gelê kurd ên nehatine çareserkirin hene." 
 
'SÎNEMAYA KURDÎ XWEDÎ HELWESTEKÊ YE' 
 
Oz, anî ziman ku ji ber vê rewşê di sînemaya kurdî de hin çeşn kêm in. Oz, di sînemaya kurdî de bal kişand ser kêmaniya cureyên fîlmên mîtolojîk û komediyî. Oz, destnîşan kir ku sedema vê yekê jî ji ber çavkaniyên aborî ye. Her wiha Oz anî ziman ku sansur jî bandorê li sînemayê dike. Oz, diyar kir ku tevî vê dîsa jî sînemaya kurdî pêş ve diçe û got: "Her wiha pirsgirêkên wê jî hene. Mesela di dema kişandina fîlmê xwe yê Zer de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mam. Sansur hene û em nikarin daxilî hemû fealiyetan bibin. Em nikarin xwe bigihînin gel. Em bi zor û zehmetiyên mezin karê xwe dikin. Zimanekî wê yê baş heye, xwedî helwesteke mezin e. Lê belê ligel alwaziya xwe hindik jî tê hilberandin." " 
 
‘EM DI ŞERTÊN GIRAN DE DIXEBITIN' 
 
Oz, destnîşan kir ku ger gelê kurd azad bibe wê ev yek bi xwe re sînemayê jî azad bike û got: "Li Kurdistanê di gelek serdeman de sînema xwedî abndor bû. Lê niha kişandina fîlman, belavkirina fîlman û produksiyonên fîlman di şertên giran de dixebitin. Astengiyên pir mezin hene." 
 
‘FÎLMÊN MIJARA WAN MÎTOLOJÎ TUNE EN' 
 
Oz, diyar kir ku sînema li ser xetekê diçe û got: "Di sînemaya kurdî de di warê hin mijar û terhan de kêmasî hene. Tenê li ser xetekê diçe. Yanî di sînemaya kurdî de zimanekî realîst heye. Di warê mijarên komedî û trajediyê de kêmasî hene. Di dîroka kurdî de mîtolojî xwedî cihekî girîng e. Lê belê fîlmên mijara wan mîtolojî ne tune ne. Çima tune ne? Ji ber rewşa aborî." 
 
Oz, bilêv kir ku ger produksiyona sînemaya kurdî pêş ve biçe wê fîlmên bi vî etrhî jî bên kişandin û got: "Niha herî zêde kî fîlmên mîtolojîk dikişîne? Hollywood dikişîne. Çima? Çimkî derfetên wan ên aborî û teknîkî pir in. Hezar sal berê çi jiyabin wê dikişînin. Lê belê em nikarin deh salan bi paş ve biçin. Lê fîlmên komdeiyê ne wisa ne. Em dikarin bi awayekî komediyê bi pêş ve bixin. Eger em nikaribin pêş ve bixin, ev kêmasiya me ye. Ev girêdayî nêzîkatiya me ya ji bo sînema û hunerê ye. Em dikarin zimanê xwe pêş ve bixin, derûniya xwe baş bikin û xwe bigihînin hemû temaşevanên cîhanê." 
 
 
MA / Metin Yoksu