Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê

img
STENBOL – "Gaxend" ku ji aliyê hin gelên Mezopotamyayê ve tê pîrozkirin û tê wateya verêkirina sala berê û pêşwazîkirina sala nû, ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Di dema Gaxendê de jin tên cem hevdu û bi awayekî komunal tev digerin.
 
"Gexend" ku ji aliyê hin gelên Mezopotamyayê ve û li herêma Dersimê tê pîrozkirin, di hefteya sisêyan a meha Kanûnê de dest pê dike û heta hefteya ewil a meha Çileyê dewam dike. Hêla herî girîng a "Gaxendê" ew e ku ji bo di sala nû de tiştên xirab neqewimin hin rîtuel tên çêkirin. Ger navbera cînaran nebaş be li hev tên, ji bo miriyan niyaz tê belavkirin. Her wiha hin kes di vê mehê de rojiyê jî digirin. Lê belê Gaxand a ku wekî cejnê tê pîrozkirin ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Di vê mehê de jinên elewî û yên din tên cem hevdu û loqme û xwarinên herêmî yên bi awayekî palûteyî çêdikin bi hev re parve dikin. Beriya loqme bên belavkirin ana li ser dixwînin. Piştî vê xwarin tên parvekirin û belavkirin. Li Taksîmê jinên di bin banê Navenda Lêkolînan a Dersimê de tên cem hevdu, behsa Gaxendê kirin. 
 
CEJNA PÊŞWAZÎKIRINA SALA NÛ 
 
Endama Navenda Lêkolînan a Dersimê Songul Şahîn, bilêv kir ku li gor baweriya wan Gaxend tê wateya verêkirina sala berê û got: "Her wiha tê wateya pêşwazîkirina sala nû jî. Di nav gelek baweriyan de Gaxend heta roja niha dewam dike. Helbet em tenê wekî rîtulekê nêzî wê nabin. Hemû bawerî li gor rastiyan û paralelî hev heta niha hatine. Me ew rastiya ku ana û dedeyên me ji me re vegotin anî roja îro. Yanî em ewladên zimanê aştiyê, heqiyê û rizayê ne. Ji bo me Gaxend tê wateya ku bîra bi destê dayikê çêbûye." 
 
Şahîn, diyar kir ku jinên ji bo Gaxendê tên gel hev dibin sedema jiyaneke komunal jî û got: "Wexta em tên cem hevdu, her yek ji me bi tiştên xwe yê ji malê aniye tev lê dibe. Ne tiştên kapîtalîzmê berpêşî me kirine, tiştên em bi awayekî palûteyî çêdikin. Em duayên xwe dixwînin û çirayên xwe pê dixin. Çira ji bo me jiyan, hêvî, yekîtî, av, evîn û her tişt e. Lê wekî yekûn hevkariya baweriyekê ye jî. Ji ber em jin vediguhêzînin, em bawerî û nirxên xwe di dilê xwe de bi cih dikin û vediguhêzînin siberojan. Em wekî xwarin û vexwarina xwarinekê li Gaxendê nanêrin, em di çarçoveya komunaliyê de lê dinerin. Em bi vî awayî jî ji zarokên xwe re vedibêjin." 
 
JI BO ERMENIYAN ROJA JIDAYÎKBÛNÊ YA ÎSA YE 
 
Fîlor Ûlûk a ermenî jî ji bo Gaxendê got: "Em ermeniyên Ortodoksê di 5'ê Çileyê de Gaxendê pîroz dikin. Li cem me wateya Gaxendê Hîsûs e yanî roja jidaykbûnê ya Îsa ye. Loma ji bo me cejna herî mezin e. Wekî Noelê jî tê bilêvkirin, lê belê hin xirîstiyan di 25'ê Kanûnê de pîroz dikin, lê em ermeniyên Anatolyayê di hefteya ewil a Çileyê de pîroz dikin. Hinar ji bo me pir girîng e. Di sala nû de hinar tên teqandin. Hem ji bo ew êş neyê jibîrkirin hem jî ji bo bereketê tê belavkirin." 
 
MA / Necla Demir