DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin

img

WAN – Rêvebirên DÎSA-DER'ê bertek nîşanî girtina hevserok û perwerdekarên komeleyê dan û diyar kirin ku bi vê operasyonê careke din netahamulkirina zimanê kurdî hat nîşandan, lê belê dîsa jî ew ê xebatên xwe bidomînin. 

Li Wanê di 24'ê Mijdarê de polîsan avêtibû ser malên hevserok û perwerdekarên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER). Di avêtina ser malê de hevserokê komeleyê Naîm Ozden, perwerdekar Ferhan Yeşîl, Şevket Acara, Celal Sogûk û Mizgîn Denîz hatibûn girtin. Rêvebirên DÎSA-DER'ê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin ew ê bênavber xebatên xwe bidomînin. 
 
‘EM Ê DEWAM BIKIN' 
 
Hevseroka DÎSA-DER'ê Medîna Karaman anî ziman ku ev operasyon li hemberî zimanê kurdî hatiye kirin û careke din netahamulkirina ji bo zimanê kurdî derketiye holê. Karaman got: "Mamosteyên me hemû di warê zimanê kurdî de serwext bûn. Di vî warî de keda wan hebû. Lê dîsa jî em ê bênavber xebatên xwe bidomînin. Em ê ji cihê mayî dewam bikin." 
 
‘ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE' 
 
Karaman, anî ziman ku rêvebir û mamosteyên DÎSA-DER'ê yên hatin girtin tawiz ji helwesta û sekna xwe nedane û ev yek ji bo wan mînak e. Karaman diyar kir ku ger ew bi hev du re tev bigerin ew ê bi ser bikevin û got: "Em ê li her derî ji bo zimanê xwe bixebitin. Çimkî zimanê me hebûna me ye. Ji bilî vê tiştekî girîngtir tune ye." 
 
Rêvebirê komeleyê Siddik Abî jî bi bîr xist ku berê jî KURDÎ-DER hatibû girtin û sedema hedefgirtina komeleya wan bêtehamuliya li hemberî kurdî ye. Abî got: "Lê em ê dev jê bernedin û xebatên xwe bidomînin. Bi hezaran sal e zimanê kurdî heye û wê ji niha û pê ve jî hebe. Bila di vî warî de şik û gumanên tu kesî tune bin." 
 
Rêvebirê komeleyê Salîh Sertkal jî got: "Bi vê operasyonê nêzîkatiya wan a ji bo zimanê kurdî careke din hat dîtin. Ma perwerdehiya ji bo zimanê kurdî sûc e? Li Tirkiyeyê gelek sazî û dezgeh hene ji bo zimanê din perwerdehiyê didin. Saziya me jî di warê zimanê kurdî de tev digere. Avakirina saziyeke ji bo ziman mafê me yê qanûnî ye. Em evan pêkanînan qebûl nakin. Wê DÎSA-DER xebatên xwe yên di warê çand û ziman de bidomîne."