Ji bo neyê jibîrkirin: Li Xirarê Tofan Rabû

img

MÊRDÎN – Nivîskar Adil Başaran ji bo bîranîna gundê Xirarê ya navçeya Dêrikê ku di 1993’an de 9 kes hatin kuştin pirtûk nivîsand û navê “Li Xirarê Tofan Rabû" li pirtûka xwe kir. Başaran got mînakên gundê Xirarê îro jî didomin û xwestiye haya mirovan ji qewimandina li vî gundî çê bibe. 

Di 16’ê sibata 1993’an de li gundê Xirarê ya girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê eskeran bi ser gund de girt û keçikek zarok jî di nav de 9 welatî kuştin. Nivîskar Adil Başaran li ser vê bûyera xemgîn rawestiya û tîpên ji pênûsa wî der bûn kir roman. Nivîskar Başaran navê “Li Xirarê Tofan Rabû" li romana xwe danî. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Ber ve hat çapkirin. Başaran di pirtûkê de cih daye gotubêja bi malbatên kesê jiyana xwe ji dest dane û şahidên wê demê. 
 
Nivîskar Başaran jî ji heman gundî ye û rojek beriya bûyerê jî li gund bûye û ajansa me re qala pirtûka xwe kir. 
 
‘BÛYEREK WISA NEDIHAT HIŞÊ ME’ 
 
Başaran diyar kir ku esker û cerdevan bi ser gund de digirin û rojek beriya bûyerê baranek dijwar dest pê kiriye û ji bo rîska girtina rê a ji ber baranê ji gund derdikeve tê navenda Qoserê. Başaran anî ziman ku hevalê wî Ahmet Çevîren ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest dide tê birêkirin û got: “Dema em wê şevê derketin rê, hay û gumana me ji tiştekî wisa tunebû dê biqewime. Qet bûyerek bi vî rengî ne dihat hişê me.” 
 
‘3 KESAN DIŞEWITÎNIN Û QETIL DIKIN’ 
 
Başaran da zanîn ku serê sibê agahiya eskeran bi ser gund de girtiye ji wan re diçe û got: “Tê gotin ku 3 endamên PKK’ê li gund in. Operasyon li dijî wan dê pêk bê. Lê hemû gund dixin dorpêç û gulebaran dikin. Di gulebaran ewil de Seydo Çevîren, kurê wî Ahmet (26), Yusuf (22), keça wî Abîde (17), biraziyê wî Ramazan Çevîren (28), azayê gund Mehmet Necat Aris tên kuştin. Her sê kesên din jî bi awayek birîndar diavêjin hundirê malekê. Pişt re malê bi ser wan de xera dikin û dişewitînin. Jixwe piştî bûyerê hemû gundî neçar dimînin gund biterikînin.” 
 
‘YÊN HATIN KUŞTIN XIZMÊ MIN IN’ 
 
Başaran destnîşan kir ku dema tiştên li gund qewimîne dinivîsand gelek hestewar bûye û wiha got: “Pêvajoyek dijwar bû. Kesên jiyana xwe ji dest dan hemû xizm û gundiyên min bûn. Bi awayek hov hatibûn qetilkirin. Bi hemûyan re bîranînên min hebûn. Jixwe ku ez wê şevê neçûma Qoserê dibe ku em jî di nava wan kesên hatin qetilkirin de bibûna. Ji ber vê yekê min pirtûkê wek romana bîranînê girt dest. Min wisa guncav dît.” 
 
‘JI BO NEYÊ JIBÎRKIRIN’ 
 
Başaran anî ziman ku ji ber şertên wê demê yên çapemeniya azad tune bin bûyerê ji TRT bihîstine. Başaran got ji bo bûyer neyê jibîrkirin û di bîra her kesî de be vê pirtûkê nivîsandiye. Başaran got armanca wî ew bûye li gund çi qewimiye û bila haya civakê jê çê bibe. Başaran da zanîn ku feraseta katlîamger îro jî li ser kar e û heman feraset îro jî li gelek deveran didome. Başaran diyar kir ku divê hin bêtir ew roj û ev roj bên nivîsandin û mafê nifşên pişt wan heye ku van qewimandinan bixwînin. 
 
MA / Ahmet Kanbal