Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e

img
CENEVRE - Fîlmê ku jiyana jinên kurd tîne ziman Les Filles du Soleil (Keçên Rojê), di çarçoveya Mihrîcana Filmên Cenevre ya Navneteweyî de li Cenevre hat pêşandan. Temaşevanên fîlm, piştî pêşandanê li salonê dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Fîlmê ku jiyana jinên kurd tîne ziman Les Filles du Soleil (Keçên Rojê), di çarçoveya 24'emîn Mihrîcana Filmên Cenevre ya Navneteweyî de li Cenevre hat pêşandan. Fîlma ku derhêneriya wê Eva Husson kiriye, Les Filles du Soleil, têkoşîna jina kurd a êzîdî ya li dijî êrîşên DAİŞ’ê tîne ziman. Piştî fîlm hat temaşekirin li salonê temaşevanan dirûşmeyên “Jin, jiyan azadî” berz kirin. Piştre der barê Film de Derhêner Eva Husson axaftinek kurt kir û wiha got: "Di fîlm de ne meseleya kurd, têkoşîna jina kurd a li dijî DAIŞ'ê tê vegotin. Her carekê tê peşandan, piştî wê jin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ku ji bo têkoşîna jina kurd tiştekî jê veneger e tê berz kirin. Ev dirûşme gelek bandorê li ser min dike. Ev nişan dide ku jina kurrd civaka wekheviyê diparêzin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di doktrina xwe ya Marksist û feminist de tîne ziman. Jina kurd bi têkoşîna xwe êdî bûne xwedî vîn û gotina jina kurd tê guhdar kirin. 
 
Husson, feraseta ewropa ya demokrasiyê jî rexne kir.