Fîlma Keçên Rojê dê li Mîhrîcana Fîlman a Cenevre bê pêşandan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlma Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) ku li ser têkoşîna jinên Kurd hatiye amadekirin, dê li 24’emîn a Mîhrîcana Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî bê nîşandan.

Fîlma Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) a li ser Têkoşîn û berxwedana Jinên Kurd a li Şengal û Rojava li dijî DAIŞ'ê hat birêve birin dike, dê li 24’emîn Mîhrîcana Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî bê nîşandan. Mîhrîcana Fîlman dê 2'yê Mijdarê dest pê bike û heya 10’ê Mijdarê berdewam bike. Hat diyar kirin ku zêdeyî 150 fîlmên li ser mijarên cuda dê li mîhrîcanê werin nîşandan. 
 
Yek ji fîlmên di mîhrîcanê de bê nîşandan, fîlma Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) ya ji aliyê derhênera Fransayî Eva Hûsson ve hatiye amadekirin û behsa têkoşîna jinên Kurd a li Şengal û Rojava li dijî DAIŞ'ê dike ye.
 
Keçên Rojê yekemcar di 71’emîn Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de hatibû nîşandan. Tevî ku xelat wernegirt jî, rastî eleqeyek  mezin hatibû.