Şêwekara îranî pêşengeha ‘Rûyê honandî’ vekir

img

STENBOL – Şêwekara îranî Parya Ghaderî li Stenbolê bi xêzkirina wêneyên jinan pêşengeha bi navê “Kurdu Yuzu (Rûyê Honandinê)” vekir û got “Her jina li pêşengehê digere tiştek ji xwe têde dibîne.” 

Şêwekara îranî Parya Ghaderî li Pasaja Galeriya Moda ya li navçeya Kadikoya Stenbolê bi navê “Face of Fiction-Kurgu Yuz (Rûyê honandinê)" a di 3’ê cotmehê de vebû û heta 20’ê cotmehê dê dewam bike. Ghaderî der barê pêşengeha xwe de axivî û got pêşengeha wê ji 17 berheman pêk tê. 
 
RÛYÊ JINÊ DIHONÎNE Û WÊNE ÇÊDIKE 
 
Ghaderî anî ziman ku li Îranê xêzkirina jinên bê şarpebûn çêkirin qedexe ye û piştî ew rûyê jinên îranê dihonîne pişt re xêz dike û bi wêneyan balê dikişîne ser rola jinbûn û zilamtiyê. Ghaderî got ew ji ber qedexeyên li welatê xwe reviyaye hatiye Tirkiyeyê û wêneyên xêz kiriye hestek din jî lê bar dike. 
 
‘HER JINEK TIŞTEK JI XWE DIBÎNE’
 
Ghaderî diyar kir ku eleqeya wê li hember wêneyan ji zarokatiya wê ve tê û îro jî bûye şêwekar. Ghaderî da zanîn ku ew li Îranê nikare bi azad hunera xwe pêk bîne û ew hîsên mirovan bi wêneyan ji temaşevanan re radigihîne. Ghaderî anî ziman ku her jinek ku li pêşengeha wê digerin tiştek ji xwe de wêneyan de dibînin. 
 
MA / Necla Demîr