Weşanxaneyên kurd li benda xwîneran e

img

AMED – 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliye TUYAP’ê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de bi nîşandana eleqeya xwîneran didome. Stanta Weşanxaneya Aramê ya ku 89 pirtûkên wê hatin qedexekirin li benda xwînerên xwe ye.

TUYAP’ê cara 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li dar xist. Fuar di roja duyemîn de dewam dike. 120 weşanxane tev li fuarê bûn û 250 nivîskar bûn mêvanê fuarê. Dê gelek çalakiyên wêjeyî û helbestan bên lidarxistin. Xwîner eleqeyek di asta jor de nîşanî fuarê didin. Bi dehan weşanxaneyên kurd stantên xwe vekirin. Yek ji van weşanxaneyan jî Weşanxaneya Aramê ye. 89 pirtûkên ji aliyê Weşanxaneyê Aramê ve hatin çapkirin, ji aliyê dadgehê ve hatine qedexekirin û weşanxaneyê nikaribû van pirtûkan bîne ser dezgehên xwe. Li gel van pêkûtiyên li ser Aramê jî li fuarê li benda xwînerên xwe ye.
 
‘PÊVAJOYA DIJWAR DÊ BI DESTEKA XWÎNERAN BÊ RAKIRIN’ 
 
Ji edîtorên Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldîken diyar kir ku bihabûna dovîzê dibe sedemê bihabûna kaxizan û ev yek jî bandorek neyînî li ser kovar û pirtûkan dike. Guldîken diyar kir ku di serî de weşanxaneya Aramê û hemû weşanxaneyên kurd di pêvajoyek zehmet û bi astengî de derbas dibin.  Guldîken got vê pêvajoya zor û dijwar dê bi piştevaniya xwîneran bê xelaskirin. Guldîken fuarên berê yên li Amedê hatin lidarxistin bibîr xist û got: “Bajar heman bajar e û heman weşanxane û nivîskar li vir in, lê bes vê carê anonsên kurdî nayên kirin. Li gel hemû astengiyan jî em li benda xwîneran in.” 
 
PENA KURD: LAZIM E XWÎNERÊN KURD HESTIYAR BIN 
 
Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina fuarê û got: “Piştî lidarxistina çar salan fuarê me bextewar kir. Mixabin lê TUYAP’ê di bernameya xwe de cih nedabû kurdî. Me got em ê wek PEN’a Kurd protesto bikin. Rojek beriya vekirina fuarê hêj cih dan bernameya kurdî. Li gel ewqas zextên li ser kurdî jî pirtûkên kurdî roj bi roj zêde dibin. Nivîskarên bi kurdî dinivîsinin her roj zêde dibe û ev yek jî dibe sedema hêviya siberojê. Jiyan bi wêje, çand û hunerê xweşik dibe. Em dixwazin xwîner eleqeyek baş nîşanî pirtûkên kurdî bide.”
 
‘DIVÊ ZIMAN AZAD BIN’ 
 
Nivîskar Şeyhmus Dîken jî da zanîn ku lazim e şêniyên Amedê bênavber fuarê ziyaret bikin û divê xwe kes xwe ji xwendin û kirîna pirtûkan dûr neke. Dîken bal kişnd ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û got: “Zarokên kurd bi dezavantajan dest bi sala perwerdehiyê kirin. Zarokên ku jiyana wan hemû bi kurdî ye dema diçin dibistanê bi zimanek din re rû bir û dimînin. Divê astengî û sînorkirina li pêşiya zimanan rabe. Lazim e hemû ziman azad bên hiştin.” 
 
MA / Lezgîn Akdenîz