Dengbêj Mecîdê Silêman koça dawî kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkdarê Radyoya Êrîvanê, hebestkar û dengbêj Mecîdê Silêman di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
 
Helbestkar û dengbêj Mecîdê Silêman di 1937’an de li gundê Semenkaşê ya Ermenîstanê hatiye dinê. Bavê Silêman, Mihemedê Siloyê Miho Zakavkaz ku yekî hejar bû, piştî ku dibistana mamostetiyê diqedîne li gundê Davîtaşên dibe muxtar û bi malbata xwe re diçe gund.
 
BI WELATPARÊZIYA XWE DIHATE NASKIRIN
 
Mecîdê Silêman di 1964’an de li Enstîtûya Çandiniyê ya Êrîvanê beşa beytariyê diqedîne. Silêman bi dengbêjiya xwe û helbestên xwe balê dikişine ser xwe, heman salan li radyoya Êrîvanê dengbêjiyê dike. Helbestên Mecîdê Silêman li Ermenîstanê û Qezakîstanê wek pirtûk hatin çapkirin. 
 
Silêman 1990’î bi malbata xwe re koçî Qezakîstanê dike. Di 1992’an li Qezakîstanê, li gundê Aşîbûlakê koma şano û govendê ava dike. Di rêxistina Kurdên Sowyetan de bi awayek çalak cih digire û tevlî avabûna Yekbûnê bû, ku rêxistiniya pêşî ya Kurdên Sowyetan bûn. Silêman bi welatparêziya xwe dihate naskirin.