ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir

img
ÊLIH - ARÎ-DER’ê 3'yemîn Kongreya Asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) ya li Êlihê xebatên xwe didomîne, 3’yemîn Kongreya Asayî bi dirûşmên “Her dem kurdî her der kurdî" û “Em ê tekoşina zimanê kurdî bilind bikin” li dar xist. Kongre, li navenda çandê ya şaredariyê hat lidarxistin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li bûn. 
 
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎD Û QEDEXEYAN
 
Nivîskar Faysal Ozdemîr ku di dîwana kongreyê de cih digirt, bal kişand ser zextên li ser çand û zimanê kurdî û banga xwedîderketina li ziman kir. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz jî diyar kir ku divê ji ewil xwedî li zimanê xwe derkevin, divê her malek bibe dibistanek û her kes bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. 
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî destnîşan kir ku weke şaredariyê dê xebatên xwe yên ji bo zimanê kurdî bidomînin û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê jî dê xebatên xwe bidomînin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî got ku êrişên li dijî ziman û çanda kurdî çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digirin. Aydenîz, got ku divê tecrîd were rakirin û wiha pê de çû: “Dewlet dê wisa bi hêsanî nehêle statûya kurdî çêbibe. Ji bo vê divê em tevahiya xebatan bikin û saziyên me di her qadê de bi liv û tevger bin.” 
 
Kongre, bi xwendina rapora fealiyetan û darayî dom kir. Mazlum Tenha û Meral Kaptan bûn hevserokên nû yên komeleyê. Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.