Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye

STENBOL - Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz destnîşan kir ku armanca polîtîkaya qeyûm, qirkirina çandî ye. Cengîz, da zanîn ku divê li hemberî vê yekê qadên alternatîf werin avakirin û got: “Ji bilî berxwedanê tu vebijêrkeke din nîne."

Desthilata AKP'ê ev 3 serdem in qeyûman tayînî şaredariyên li Kurdistanê dike û li herêmê jî polîtîkayên qeyûm wek aborî, siyasî, hiqûqî û çandî xwe didin hîskirin. Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz têkildarî aliyê çandî yên qeyûman axivî û anî ziman ku qeyûm hewl dide wek çandî gelê li herêmê asîmîle bike. 
 
Cengîz diyar kir ku qeyûman dest danîne ser îradeya gelê li herêmê û wiha got: “Feraseta ku dest datîne ser îradeya gel, bêyî karûbar dihêle, jixwe dê li dijî çanda herêmî ya gel be, dê bi hewldana zext, asîmîlekirin û rizandinê tevbigere.” 
 
QEYÛM YEKPERESTÎ YE
 
Cengîz axaftina xwe wiha berdewam kir: "Cihê ku qeyûm lê bin vebijêrkên çandî yên gelê herêmî nîn e. Li vê derê civak dê heya rewşa qeyûm tê guherandin li ber xwe bide, dê guh nede feraseta qeyûm û dê rêxistinbûna xwe ya civakî ava bike. Dema we dest danî ser îradeya li herêmê, ji ziman heya hunerê hûn dest datînin ser hemû qadên çandê. Ev yek rê li ber otoasîmîlasyonê jî vedike.” 
 
Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz
 
JI HÊLA ÇANDÎ VE BANDORA ŞAREDARIYAN
 
Cengîz da zanîn ku şaredarî ne her tişt in lê belê di hêla lêçûnên çandî de şaredarî xwedî derfet in. Cengîn da zanîn ku şaredarî tenê ji bo gel rê û piran çênakin û axaftina xwe wiha domand: “Xizmeta heri mezin ew e ku li ber civaka dikare jiyana xwe bidomîne vekirin e. Ev rewş ne tenê ji bo gelê kurd e. Li her derê cîhanê de mirov dixwazin nirxên afirandine, ji nifşên nû re ragihînin. Ya ku civakê li ser piya digire jî ev e. Dibe ku ji ber vê yekê qeyûm tenê wek siyasî tê nîqaşkirin. Lê belê di bin feraseta qeyûm de asîmîlasyona çandî heye.”  
 
‘DIVÊ QADÊN ALTERNATÎF WERIN AVAKIRIN’
 
Cengîz diyar kir ku divê li dijî qeyûm qadên alternatîf werin avakirin û wiha pê de çû: “Di vir de rola NÇM'ê û saziyên wekî NÇM’ê dixebitin derdikeve holê. Qeyûlkirina desteserkirina te şaşî ye. Ya ku dikeve ser mile hunermendên wekî me û yên wekî me difikirin, hilberîna qadên alternatîf in. Nexwe ew ê ya ku dixwazin pêk bînin û dê polîtîkayên asîmîlasyonê bi girantir bidomînin.”
 
‘EM BI EZMÛNEKÎ RE RÛ BI RÛ NE’
 
Cengîz di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê li dijî qeyûman bi berxwedanê bersiv were dayîn û wiha derbirî: “Divê hemû kesên li Tirkiyeyê ji xwe re dibêjin ez mirov im, li hemberî vê yekê bertek nîşan bide. Ev pirsgirêkekî wijdanî ye. Em îro bi ezmûnekî re rû bi rû ne. Li me dinerin û dibêjin kacar bêdeng in yan li ber xwe didin. Beyî berxwedan em nikarin vê yekê asteng bikin.”