Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin

img

AMED - Pirtûka “Diyarbakır Sur’da Derin Yoksulluğun Görünmeyen Yüzü: Kadınlar” ya Endama Meclisa ŞAredariya Sûrê ya berê Bîrsen Guneş, gihaşt ber destê xwîneran. 

Bîrsen Guneş ku di hilbijartina herêmî ya 2019'an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat hilbijartin û bû endama Meclisa Şaredariya Sûrê, li Sûrê li ser xizaniyê bi jinan re hevpeyvîn kir û hevpeyvînên wê di pirtûka bi navê “Diyarbakır Sur’da Derin Yoksulluğun Görünmeyen Yüzü: Kadınlar” de hatin komkirin. Di pirtûkê de bi 12 jinên li taxên Sûrê re hevpeyvîn hatine kirin. Pirtûk bi piştgiriya Sîvîl Duşunê ya Yekîtiya ewropayê hatiye amadekirin. Pirtûk di Gulanê de ji Weşanên Tûrayê der çû. 
 
Di destpêka pirtûkê de nêrînên rojnamevan-nivîskar Mûkaddes Erdogdû, Hacer Foggo, helbestvan  nivîskar Hîcrî Îzgoren û Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cih digirin.
 
Guneş di pirtûkê de behsa Sûrê û jinên li Sûrê li dijî xizaniyê têdikoşin dike. 
 
 
Guneş di pirtûka xwe de destnîşan kiriye ku ji ber ku qadên îstihdamê ji bo jinan kêm in û xizanî di warê tenduristiyê de dibe sedema pirsgirêkan û xizanî bandorê li zarokan dike, pirtûkeke wiha amade kiriye. 
 
Pirtûk ji 127 rûpelan pêk tê û her wiha di dawiya pirtûkê de wêneyên Sûrê hene.