Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin

img
AMED - 6’emîn Rojên Ma Musicê ku îsal diyarî hunera Rênçber Ezîz hatibû kirin, bi konsera Koma Ma’yê bi dawî bû. Komê stranan diyarî berxwedana Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm hat kirin. 
 
Ma Music ku îsal 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî hunermendê kurd Rênçber Ezîz kiribû, bi konsera Koma Ma ya fînalê bi dawî bû. Konser li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Bi sedan welatî beşdarî konserê bûn. 
 
Beriya konserê ji perwerdekarên Akademiya Ma Musicê Ferhat Ertaş axivî û diyar kir ku wan bi dirûşma “Li her derê muzîk”, “Ji her kesê re muzîk” û “Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin” dest bi rêwîtiya xwe ya çand û hunera kurdî kirine û ji roja avakirina Ma Musicê heta niha bi sedan hatine perwedekirin. 
 
KONSER DIYARÎ BERXWEDANA COLEMÊRGÊ HAT KIRIN
 
Ertaş bal kişand ser tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê û got: “Em konsera xwe diyarî berxwedana gelê Colemêrgê dikin. Jiyan bê berxwedan nabe. Berxwedan her tiştî diafirîne.” 
 
Ertaş da zanîn ku wan rojên xwe yên muzîkê ya îsal diyarî giyanên hunermend Rênçber Ezîz kirine û ew ê heta dawiyê li ser rêç û şopa hunermendên nemir bimeşin. 
 
Piştre Koma Ma’yê derket ser dikê û bi strana Rênçber Ezîz, “Dilo dilo” dest bi konserê kir. Komê stranên ji hev xweştir strî û bi deng û awazan kêfxweşî û coşê jî da temaşevan û guhdaran. 
 
Di konserê de bi zaravayê kurmancî, zazakî û soranî yên kurdî strîn û di dawiya konserê de temaşevan li ser pêyan ji komê re li çepikan dan. 
 
Bi dû konserê re Ma Musicê plaket dan Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr, malbata Rênçber Ezîz, Sanatça Organîzasyon, Navenda Çanda Mezopotamyayê û xebatkarê xwe Adar Bozaner. 
 
6’emîn Rojên Ma Musicê bi dayîna plaketan bi dawî bû.