Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist

img
MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê bi kargeha Gerok Ma’yê li gundê Kesrikê şahiya çand û hunerê li dar xist. 
 
Şaredariya Şemrexê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de bi beşdariya Gerok Ma’yê li gundê Kesrîkê yê bi ser naçveyê ve kargeha zarokan a çand û hunerê li dar xist. Gelek zarok beşdarî kargehê bûn. Tîma Gerok Ma’yê bi erbane û stranan li gund geriyan û zarokan li hev kom kirin. Zarok jî bi kêfxweşî li gel tîma Gerok Ma’yê meşiyan û li qada gund civiyan. Ji zarokan re stran hatin gotin û kargeha boyaxkirinê hat lidarxistin. Şahî bi kêfxweşiya zarokan bi dawî bû.