MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike

AMED - MED-DER li ser hesabên xwe yên medya dijîtal bi zaravayên kurmancî û kirmanckî bi vîdeoyan dest bi hîndekariya kurdî kir. 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji sala ava bûye ya 2017’an ber bi îro ve ji bo pêşxistina zimanê kurdî xebatên xwe didomîne. Li gel amadekirina kursan panel, gotûbêj û xebatan gelek çalakî li dar xist. Li ser hesaba komeleyê ya X’ê bi kurmancî û kirmanckî peyvên rojane yên pir tên bikaranîn û dîmena têkildarî peyvê tê parvekirin. 
 
‘HÎNDEKARIYA BI PÊKANÎNÊ
 
Endamê Lijneya Rêveber ê MED-DER’ê Ramazan Holat destnîşan kir ku armanca wan a vê xebatê di jiyanê de xurtkirina bikaranîna kurdî ye. Holat da zanîn ku medya dîjîtal pir zêde tê bikaranîn û ev tişt gotin: “Me xwest em xebatên xwe bi ser medya dîjîtal jî bidin ber çavan. Me bi peyv û hevokên hêsan dest bi vê xebatê kir. Ev bala civakê dikêşin.” Holat diyar kir ku ew derbarê xebata wan de ji wan re nirxandin û rexne jî tên. 
 
DESTPÊK BI PEYVÊN HÊSAN
 
Holat bi bîr xis ku ew bi zaravayên kurmancî û kirmancki dîmenan dikêşin û parve dikin. Holat anî ziman ku ew dixwazin bi zaravayên din ên kurdî jî xebatên xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Me rewşa kesên ku qet bi kurdî nizanîn piştguh nekir û di vê hêlê de bi têgehên hêsan dest bi kar kir. Her ku biçe em ê bi têgehên zanistî parvekirinan bikin. Em bi ser medya dijîtal hesaba ‘medkurdi.org’ bi kar tînin. Gelê me dikare bi ser vê hesabê xebatên me bişopîne. Rexne û nirxandinên gelê me ji bo me girîng in. Heke kêmasiyên me rexne bikin dê pêşî li me vekin.”