‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’

img
WAN - Mamoste û xwendekarên ARSÎSA’yê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Dayikan serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kirin û balê kişandin ser girîngiya axaftina bi kurdî ya li her qadekê. 
 
Çalakiyên 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî yên Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Plotforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û Kovara Destarê li dar dixin berdewam dikin. 
 
Jin di çarçoveya çalakiyan de serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kirin. 
 
‘EM BI ZIMANÊ XWE VE KURDIN’
 
Perwerdekara ARSÎSA’yê Nazê Bor destnîşan kir ku zimanê kurdî bi ked û têkoşîna dayikan heya rojame ya îro hatiye û ev tişt gotin: “Hûn dîroka me ne lê dema ku em îro li zarok û neviyên xwe dinêrin, ew nikarin bi kurdî biaxivin. Ji bo civakekî tune bikin ji ziman dest pê dikin. Em bi zimanê xwe ve hene. Zimanê me ji bo me girîng e, dayîk jî pêşengên vê civakê ne. Divê em li her derekê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bijîn.”
 
DAXWAZA DIBISTANÊN BI KURDÎ
 
Ser navê Dayikên Aştiyê Kewê Işik axivî û diyar kir ku ew wek kurd hatine dinyayê û got ew tenê bi kurdî dizanin. Işik bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û ev tişt gotin: “Divê her malbatek bi zarokên xwe ve bi kurdî biaxivin. Navên zarokên me bi kurdî ne lê belê em bi wan re bi tirkî diaxivin. Divê em kurdbûna xwe winda nekin. Em ji hemû zimanan re rêzê digirin lê belê divê em zimanê xwe û çanda xwe winda nekin. Dema ku me ji gundên me anîn bajaran, çanda me bi tûnebûnê re rû bi rû ma. Ji ber wê divê ciwanên me xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.” 
 
Serdan bi gotina klam û dayîna qûrnefîlên dayikan, bi dawî bû.