ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist

img
ENQERE - Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet konserek li dar xist. Di konserê de hunermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê. 
 
Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) li Dika Yildiz Kenter a Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqereyê konserek li dar xist. Bi hezaran kes tev li konsera ku hunermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê bûn. 
 
Konser bi pêşandana sînevîzyonê dest pê kir. Pişt re Duzdaş bi kilameke ji gundê Arvuvanê yê Meletiyê dest bi konserê kir. Duzdaş, ji gelek herêmên Kurdistanê kilam gotin û bi sedan kesan jî bi Duzdaşê re klam gotin.