Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî

img
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê, di çaçroveya bernameya çand û hunerê de, stand-up a bi kurdî li dar xist.
 
Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya bernameya çand û hunerê de, stand-up a bi kurdî li dar xist. Stand-up li hêwana konferansê ya şaredariyê hat lidraxistin. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEFEP) a Silopiyayê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktvisîtên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes stand-up a bi kurdî temaşe kirin. 
 
Ji şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê ku stand-up a bi kurdî pêşkêş kir, behsa bîrnaên komîk û diyalogên trajî-komîk ên bi mirovan re kir. Welatiyên stand-upê temaşe kirin, têra xwe keniyan.