Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe

img
RIHA - Li navçeya Girê Sor a Rihayê hemama Abdal Axa ya dîrokî ji ber ku heta niha tû tadîlat nehatiye kirin, li ber hilweşînê ye. 
 
Hemama Abdal Axa ya dîrokî ya li navçeya Girê Sor a Rihayê ku di gelek çavkaniyan de tê gotin ku di serdema Osmaniyan de hatiye çêkirin, ji ber ku xwedî lê nayê derketin hindik maye hilweşe. Hemama dîrokî tevî ku bi biryara hejmara 3342 ya Lijneya Parastina Mîrateya Çandê ya Amedê hatiye parastin jî heta niha ji bo parastina wê tu tevdîr nehatine girtin û bi hilweşînê re rû bi rû ye û bûye sergoyê navçeyê. Welatiyên derdorê diyar kirin ku hemam nêzî 30 sal e nayê bikaranîn û ji ber ku xebatên nûkirinê nehatine kirin hildiweşe. 
Hemama Abdal Axa ku li kolana Cumhûriyetê ya Taxa Kale ya navçeya Girê Sor e, nîviyê qubeya wê hilweşiyaye. Dema mirov ji derve li hemamê dinêrê ji ber hilweşîna qubeyê hundirê hemamê tê xuyakirin û qube bi kevirên kerpîç hatiye hûnandin û li ser kerpîçan jî kevir hatine danîn. Lê ev kevir jî hildiweşin û êdî kerpîçên qubeyê tên xuyakirin. Diyar e ku hemam her ku diçe hildiweşê û wisa berdewam bike wê bi tevahî ji holê rabe. 
 
 
Di hundirê hemamê de li ser dîwarên jûreyê ku wekî qada serşokê tê bikaranîn, tu hilweşînek tune ye. Di hundirê hemamê de dîwar hilweşiyane û boyaxa dîwar dixuyê. Kevirên ji dîwar û qubeyê ketine xwarê di hundirê hemamê de kom bûne û ji ber bêxwedîtiyê hûndirê wê ji qirş û qalan xalî nabe. 
 
 
'JI BER BÊXWEDÎBÛNE HILWEŞIYA'
 
Welatiyê bi navê Şehmuz Çakmak (73) ku mala wî nêzî hemama dîrokî ye, diyar kir ku ji ber bêxwedîbûnê hemam hilweşiyayê û wiha got: “Dewlet li vê hemamê xwedî derneket. Dema em zarok bûn ev der cihekî xweş bû. Em di zarokatiya xwe de gelek caran dihatin vir. Cihekî pir xweş bû. Lê niha ketiye vî halî. Dema meriv lê dinêre xemgîn dibe. Divê neketa vî halî."
 
MA / Mahmût Altintaş