Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin

img
SÊRT - BOTAN-DER a li dijî polîtîkayên mêtingeriyê ev saleke xebatên xwe didomîne, dê li gorî serlêdanan, kargeh-dersên xwe yên nû bide destpêkirin. Hevseroka Komeleyê Beşîre Aslan got: “Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêzî dersan bibin." 
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER) a di 31’ê cotmeha 2022’yan de li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ava bûye, ev saleke bênavbera xebatên xwe didomîne. BOTAN-DER li gel perwerdeya ziman dê plansaziya kargehên xweser jî pêk bîne. Di heman demê de BOTAN-DER dê kursên tembûr, gitar, keman, piyano û kargehên dengbêjiyê jî bide destpêkirin. 
 
Hevseroka komeleyê Beşîre Aslan destnîşan kir ku serlêdanên bo dersan-kargehan didomin û ji bo serlêdanan bang kir. Aslan diyar kir ku bi girtina saziyên ku xebatên ziman dimeşînin valahiyeke mezin ava bûye û da zanîn ku ew bi avakirina BOTAN-DER’ê hewl dane ku li Sêrtê vê valahiyê tije bikin. 
 
Aslan diyar kir ku ew bi 16 kesan kargehên xwe yên ziman û hunerî didomînin û bang li malbatan kir ku zarokên xwe li şûna ku bibin pêşdibistan an jî kreşê, bila bînin komeleyê. 
 
DÊ KOMXEBATÊN ZAROKAN WERIN LIDARXISTIN
 
Aslan destnîşan kir ku dema ku ew gihaştin hejmareke têr, dê dest bi kargehên zarokan bikin û got: “Li vê derê bi kurdî, erebî û tirkî tê axaftin. Li Sertê devokên Xerzan, Mişar, Botan, Dihê, Behdînan tên axaftin. Ango her herêm devoka xwe aniye, li herêma xwe bi zimanê xwe axaftiye. Toreke dewlemend a ziman heye. Her herêm xwedî taybetmendiyeke zimanê xwe heye. Ev dewlemendiyeke hêja û xweşik e.”
 
‘A KU GEL MAYÎNDE DIKE ZIMAN E’
 
Aslan bi bîr xist ku kurdî di ferhenga Wikipediyayê de, ji farisî, tirkî û erebiyê zêdetir peyv hene û di cîhanê bû 8’emîn zimanê dewlemend û got: “Em li her qadekê jiyanê zimanê xwe biaxivin. Em li malê, li kolanê, li taxê, li saziyên fermî û her derekê bi zimanê xwe biaxivin. Em li vir perwerdeya bi kurdî didin. Bilanî ji bo perwerdeya ziman werin komeleyê. Serlêdanên qeydên me didomin. Em ê li gorî serlêdanan komxebatên nû bidin destpêkirin. Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe helwestekê nîşan bidin. Zimanê me hebûna me ye, yê ku gelekê mayînde dike ziman e.”