Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'

AMED - Stranbêj Mesûd Gever bi meqamê Colemêrgê berhema xwe ya "Payîzok" weşand. 
 
Stranbêj Mesûd Gever klîbek nû bi navê "Payîzok" weşand. Klîb li ser hesabên medya dîjîtal ên KOM Muzîkê hat belavkirin. 
 
Gever tevî ku di bin banê Orkestra MA'yê de wek solîst cih digire, lê belê xebatên xwe yên şexsî jî didomîne û niha jî berhema wî ya bi navê "Payîzok" di bin banê KOM Muzîkê de derket pêşberî guhdaran. 
 
Payîzok berhemeke herêma Colemêrgê ye û tê de çîroka evînekê cihêbûnê heye û behsa xwastekên derengmayî dike. Klîba ku kêşanên wê li Colemêrgê hatine kirine, tê de bestekar Wesfî Aka jî cih digire. Mesûd Gever dibêje ku wî hewl daye ku formata berhemê ya resen xerab neke û bi awayê wê yê resen bistrê û her wiha dibêje ku ev xebat ji bo wî destpêkeke nû ye. Mesûd Gever dixwaze berhemên nû jî çêke.
 
MESÛD GEVER KÎ YE?
 
Mesûd Gever li Geverê hatiye dinyayê û ji sala 2010'an û pê ve zêdetir bala xwe daye xebatên muzîkî. Piştî ku di beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê de perwerdeya xwe temam kiriye, di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya li Amedê de xebatên xwe yên muzîkê berdewam kirine. Ji ber ku bala wî li ser berhemên gelêrî bûye, ji bo berhevkirina wan jî demek dirêj e xebatê dike. 
 
Di lîstika bi kurdî ya operaya nivîskarê îtalyanî Giacomo Puccinî de ku bi navê Toscayê ye û di 2019'an de li ser dikê hatiye nîşandan, karakterê Spolettayê lîstiye. Ev opera bi pêşengiya Theater Rastê li Holandê derketiye pêşberî temaşevanan. Mesûd Gever wek perwerdekar li Akademiya MA Muzîkê li ser çanda dengbêjiyê perwerdeyê dide.