Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê

img
ÎZMÎR - Ji damezrînerên Civata Ahûra Rîtmê Samî Hosseînî diyar kir ku çanda populer muzîkê veguherandiye amûreke mezaxtinê û got: "Pirbûna tiştekî, mezaxtinê hêsantir dike û dike ku aliyên wê yên baş neyên dîtin. Ev yek dike ku muzîk mayinde nebin." 
 
Mezaxiya kêliyane û bi lez û bez a kapîtalîzmê xwe bera nava hemû qadên jiyanê daye. Bi taybetî jî berhemên hunerî di rewşeke "populer" û "hêsan" de asê mane. Berhemên hunerî yan jî wêjeyî yên bi bandora çanda populer dişibin hev du, bi lez û bez daxilî nava jiyana me dibin û bi heman lez û beziyê derdikevin holê. Civata Ahûra Rîtmê ku li dijî çanda populer têdikoşe, ji sala 2013'an ve li Tirkiye û Kurdistanê bi konser û perwerdehiyan çanda xwe ya muzîkê bi ruh û can dike. 
 
27 SAL IN LI DEFÊ DIXE
 
Ji damezrînerên Civata Ahûra Rîtmê Samî Hosseînî têkildarî xetereyên ku muzîk pê re rû bi rû maye axivî. 
 
Hosseinî ku di sala 1986'an de li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê, di 11 saliya xwe de dest bi defê kiriye. Hosseînî ku li Îranê beşa Laborantiya Diranan kuta kiriye, di sala 2012'an de ji bo beşa Bijîşktiya Diranan bixwîne hatiye Tirkiyeyê, lê li Zanîngeha Egeyê derbasî Konservatûvara Mûsikiya Tirk a Dewletê bûye. Hosseînî ku 27 sal in li defê dixe û 22 sal in perwerdehiya defê dide, di heman demê de li kargeha xwe ya li Kemeraltiya navçeya Konakê jî hildiberîne. Hosseînî ku disala 2016'an de pirtûka bi navê "Metoda Defê 1" derxist, di sala 2021'ê de jî "Metoda Defê 2" derxist û di sala 2023'yan de tevî muzîkjenên îranî koma "Avîsa" ava kir. 
 
Hosseînî destnîşan kir ku di salên dawî de berhemên ku xizmeta muzîka populer dikin derketine pêş û got: "Ev rewş dibe du beş. Yek, bikaranîna rewşeke populer û ya duyan jî populerkirina tiştekî û paşê bikaranîna wê. Ya yekem, ji bo bêtir bê dîtin û fikarên aborî tê bikaranîn. Guhê mirovan bi çi hatibe terbiyekirin xizmeta wê dike. Ev di heman demê de ji muzîkê bêtir, berbiçavkirina dîmenê ye. Berê medyaya sanal tune bû, televîzyon kêm bûn û ji ber ku mirov ji radyoyayn an jî bi zindî guh li muzîkê dikir, muzîkeke bi qalîte dihat guhdarkirin. Lê niha muzîkeke hêsan tê kirin û berpêşkirin. Ji dêvla ku bi muzîkê guhê xwe tije bikin, çavên xwe tije dikin." 
 
MUZÎKA POPULER
 
Hosseînî destnîşan kir ku dê hatina cem hev a muzîka kevneşopiyî û ya nû, karibe pêşî li ber populerbûnê bigire û wiha pê de çû: "Lê belê em dibînin ku ev nayên kirin û muzîk vediguhere tiştekî ku zû tê mezaxtin. Ev dişibe kincan ku tu yê kevn davêjî û yên nû dikirî. Pirbûna tiştekî, mezaxtinê hêsantir dike û dike ku aliyên wê yên baş neyên dîtin. Ev yek dike ku muzîk mayinde nebin."
 
Hosseînî destnîşan kir ku lê hin berhemên kokdar jî hene ku tim mayinde ne û got: "Mesela min 'Ûzûn Înce Bir Yoldayim' a Aşik Veysel bi bavê xwe da guhdarkirin. Çendî bavê min bi tirkî nizane jî, zewq jê stend. Ger muzîkeke ku gotinên wê neyên fêmkirin jî tesîrê li mirovan bike, nexwe ew qet naqede. Lewma muzîkeke kokdar dikare ruhê mirov miz bide. Bi gotinên xwe, rîtma xwe û pergala xwe, te daxilî nava xwe dike. Ez jî hewl didim wiha bikim û ez u cure muzîkê çêdikim. Muzîkên aranje û yên etnîkî. Lê di heman demê de jî xebatên min ên muzîka jixweber hene. Em hebin an tune bin jî muzîk xwe bi xelasê dixe. Hunereke xwedî raboriyeke hezar salî, sed sal jî derbas bibe tune nabe. Meseleya li vir, ew e ku gava ez vê muzîkê çêdikim ez çi hîs dikim. Ev ji ber ku min kêfxweş dike, muzîkê dikim. Lewma ez muzîka xwe bi populerbûnê nafiroşim." 
 
MA / Tolga Guney