Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Ridvan Îbrî ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek amade kir û wek klîbekê belav kir. 
 
Îro 16'ê Îlonê salvegera qetilkirina aktîvîsta kurd Jîna Emînî ye. Emînî di 16'ê Îlona 2022'yan de li Tahranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin. Serhildanên piştî qetilkirina Emînî dest pê kir, salek in berdewam dikin. 
 
Hunermendê kurd Ridvan Îbrî li ser bîranîna Jîna Emînî stran û klîba bi navê "Jîna Emînî" amade kir. Kom Muzîkê klîbê li ser hemû hesabên xwe yên platformên medya dîjîtal belav kir. 
 
BISKEKE JINEKE NÛCIWAN
 
Ridvan İbri  hestên xwe yên der barê vê berhemê de wiha tîne ziman: "Bo mînak, daxwaza pevrejiyanê ku mirov di avakirin û birêvebirina wê de zehmetiyê dikişînin heke dewlet li hemberî vê yekê hişmendiya xwe ya prîmîtîf û xam bikin dewreyê, bi biskeke jineke nûciwan nikaribin û tevî hemû van tiştan jî ji xwe fedî nekin, hingê tekane rêya ku li ber we dimîne vegotina hebûn xwe ye.
 
 Di demên bi vî rengî de, hemû şaxên hunerê jî dê helbet çek û rextên xwe girê bidin. Min jî vê carê devê çeka xwe ber bi xwe ve kir ku ev çek pênûsa min e û bi fêdî ev stran beste kir." 
 
Ridvan Îbrî di sala 1989'an de li navçeya Hawêl a Sêrtê hatiye dinyayê û di 2013'an de li Stenbolê bi cih dibe.