Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin

img
STENBOL - Kurdên li Stenbolê, diyar kirin ku dixwazin zarokên wan bi zimanê zikmakî bên perwerdekirin û doza perwerdehiya bi kurdî kirin. 
 
Li dibistanên dewletê heyama perwerdehiyê ya 2023-2024'an di 11'ê îlonê de dest pê kir. Sala nû ya perwerdehî û hînkariyê, li seranserê welêt bi pirsgirêkên gelekî mezin hat pêşwazîkirin. Sala perwerdehî-hînkariyê, li gel pirsgirêkên pergalî, ji ber esasnegirtina perwerdehiya bi zimanê zikmakî car din bi gelek kêmasiyan dest pê kir. Kurdên li Stenbolê, daxwaza xwe ya ji bo zimanê zikmakî car din dubare kirin. Li Taxa Fatîh a navçeya Bagcilar û Taxa Haciahmet a navçeya Beyoglû ya Stenbolê, kurdan destnîşan kir ku ji bo parastina ziman û çanda kurdî îşaret bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya xwedî statuyeke qanûn kirin. 
 
‘BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'
 
Serdar Ekîncî yê ji Êlihê got: "Daxwaza me bila kurdî bibe zimanê fermî. Bila ji pêşdibistanê heya zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Ev daxwazekî herî rewa û mirovî ye." Ekîncî anî ziman ku li gor rewşa sosyolojîk a her herêmê mafê her kesî yê perwerdehiya bi zimanê zikmakî heye û got: "Îro li Almanyayê li cihên ku piranî tirk lê ne, perwerdehiya bi tirkî tê dayîn. Ev zirarê nade dînamîka wî welatî. Tenê rêbazeke ji bo parastina cudahiyên heyî ye. Lewma divê li cem tirkî, perwerdehiya bi kurdî jî wekî derseke mecbûrî bê dayîn. Berê zimanê kurdî red dikin, paşê kirin derseke bijartî. Anku divê ev helwesta li hember kurdî biguhere. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî tiştekî mecbûrî ye." 
 
POLÎTÎKAYA TIRKÎKIRINÊ
 
Selîm Karahan (29) ê ji Mêrdînê bilêv kir ku perwerdheiya bi zimanê zikmakî mafê her kesî ye. Karahan destnîşan kir ku zarokên kurdan hêdî hêdî zimanê xwe jibîr dikin û wiha bal kişand ser qedexeyên li ser kurdî: "Dewlet li dibistanan perwerdehiya bi zimanê me qbeûl nake. Tirkîtiyê li me ferz dike. Divê mirov bi eşkere bibêje. Zimanê min ê zikmakî bi kurdî ye û ez dixwazim keça min perwerdehiya bi zimanê xwe bigire. Astengkirina vê nijadperestî ye. Ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê îmze bên berhevkirin û serî li Wezareta Perwerdehiyê bê dayîn. Ji lew re zarokên me zimanê xwe û çanda xwe jibîr dikin. Ez dikarim vî tiştî ji gelê kurd re bibêjim; xwedî li zimanê xwe derkevin û ger hewce be ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî divê îmze bên berhevkirin û radestî Wezareta Perwerdehiyê bên kirin." 
 
BI MILYONAN KURD HENE
 
Meryem Buyukkaya (70) ku ji navçeya Kerboran a Mêrdînê koçî Stenbolê kiriye, diyar kir ku 8 zarokên wê hene. Buyukkayayê bilêv kir ku bi salan ji ber zimanê xwe û nasnameya xwe hatine vederkirin û got: "Em li vî welatî ne kêmar in. Li vî welatî bi milyonan kurd hene. Hemû ziman serbest in, lê çima kurdî qedexe ye? Xwedê ev ziman daye me û heqê kesî tune ye qedexe bike. Em doza zimanê xwe dikin. Ger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, em ê karibin xwe baştir îfade bikin. Nedayîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî neheqî ye. Banga min ji bo kurdan ev e: Xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derkevin. Bila her kes kurdî rê zaorkê xwe bide. Şerm e ku kurdek bi zimanê xwe nizanibe." 
 
'ZIMANÊ ME NASNAMEYA ME YE'
 
Gûrbet Boza ya ji Qoser a Mêrdînê anî ziman ku heya ji destê wê tê li malê bi kurdî bi zarokên xwe re diaxive û got ku lê belê ev têr nake. Bozayê bilêv kir ku lê ji ber ku zarokên wê li dibistanê rastî tirkî tên ji kurdî dûr dikevin û got: "Em gelê kurd bi salan e ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe têdikoşin." Boza, destnîşan kir ku ji ber ku kurdî li dibistanan ne zimanê perwerdehiyê ye rastî asîmîlasyonê tê û got: "Ez li mal bi kurdî bi zarokan re diaxivim, lê ev têr nake. Zimanê me nasnameya me ye. Zarokên me li dibistanê ji mecbûrî bi tirkî diaxivin. Gava tên malê hînî wî zimanî dibin. Em jî ji bêgavî bi wan re diaxivin. Lê ger perwerdehiya bi kurdî hebe, dê xwe baştir bilêv bikin. Yekzimanî li me tê ferzkirin. Me ji bo zimanê xwe canê xwe da, lewma divê em zimanê xwe jibîr nekin." 
 
TALÛKEYEKE MEZIN
 
Zehra Ecel (55) a ji Mêrdînê jî destnîşan kir ku daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û got ku talûkeyek e mezin li benda zarokên kurd e. Ecel, wiha domand: "Em jî dixwazin wekî mirovên din bi zimanê xwe biaxivin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê zarokên me ye jî. Astengkirina vê neheqî û bêwijdanî ye." 
 
Îbrahim Kavci (50) jî nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî "nijadperestiyê" nirxand û got: "Li vir tekane armanc ew e ku zarokên kurd zimanê xwe jibîr bikin û wekî tirkan bijîn. Her kes bi vê dizane." 
 
‘DIXWAZIN KURDAN BIKIN TIRK'
 
Deham Kavci (66) jî destnîşan kir ku bingehan têkoşîna gelê kurd zimanê wî û çanda wî ye û got: "Li dibistanan nebûna perwerdehiya bi kurdî bi meseleya kurd ve girêdayî ye. Lê dixwazî bila me bikujin, bigirin, dîsa jî em ê dest ji çanda xwe bernedin. Li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan tune ye. Ger hebûna me îro li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî xeber nedida. Bi zorê tirkîtiyê li me ferz dikin, lê em ê jî bi israr bibêjin 'em kurd in.'"
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Esra Solîn Dal