Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin

AMED - Ma Musicê hem wek mala xwe dibînin hem jî kargeh û navenda wan muzîkê ye. Hem li Ma Musicê fêr bûn hem jî niha bi sedan şagirtan fêrî muzîkê dikin. Armanca wan mezin ew e ku zarokên kurd bêmuzîk û bêstran nehêlin. 
 
Ev der mala muzîkê ye. Navê wê Ma Music e. Cih û hêlîna zarokên Amedê ye ku lê fêrî muzîkê û stranbêjiyê dibin. Em ê qala serpêhatî û jiyana Hêlîn, Nûdem, Welat, Saryayê bikin. Her yek ji wan ji bajarekî cuda ye lê çîroka wan hevpar e. Navê wan bi kurdî ye lê ziman û stran û muzîka wan hê jî qedexe ye. Armanca dewletê ew e ku zarokên kurdan asîmile bike û bêçanda wan bihêle, lê ev keç û xortên kurd bi serbilindî û tevî hemû şert û mercên zehmet jî barê ku dane ser mil û pişta xwe danaynin. Ew li dijî polîtîkayên asîmilasyonê li mala xwe ya muzîkê an jî li navenda xwe ya muzîkê ku wek “keleha berxwedanê” dibînin bo muzîka kurdî bûne pêşeng. Her çar hevrêyên hev ku di temenê biçûk de li navenda xwe ya muzîkê dest bi şagirtiyê kirin, îro li heman navenda muzîkê niha bi wezîfeya xwe ya mamostetiyê radibin û perwerdehiya zarokan didin. 
 
HÊLÎN BI GÎTAREK PLASTÎK DEST BI MUZÎKÊ DIKE 
 
Hêlîn Kiliçarslan (23) ji gundê Çûrsên yê bi ser navçeya Tetwana Bedlîsê ve ye. Di 8 saliya xwe de bi gîtarek plastîk dest bi rêwitiya xwe ya muzîkê dike. Hê ev kêfxweşiya wê ya li gund ku bi hevalên xwe re berdewam dikir, di 12 saliya xwe li gel malbata xwe koçî Stenbolê kir. 
 
 
Hêlîn dibêje, “Tetwan jiyana min pir xweş bû. Hevalê min ê xweşik hebûn. Derdê me tene listin û stran gotin bû. Min fêm jî nedikir. Me dîsa jî digot. Min 8 saliya xwe de dest bi muzikê kir. Min gitar lê dida. Derbasbûna me ya Stenbolê hinek mecburiyet bû. Min xebatên xwe û hevalên xwe û gundê xwe li wir hişt. Hê niha jî dema diçim wir wek mêvan his dikim. Sankî em ê her tim biçin. Min li wir dest bi dibistanê kir. Min qet hez nedekir. Li Stenbolê bajêr mezin bû zarokên wir ne saf bûn. Dinyayek cuda bû ji bo min.”
 
SERDEMA WÊ YA HERÎ ZOR
 
Hêlîn diyar dike ku bi salan şûn ve ew ferq dike ku tiştên hatine serê wê û rû bi rûyê wan maye tên çi maneyê û li Stenbolê jiyanek bi zehmet derbas dike. Hêlîn wiha didomîne, “Her tim min diyarî ji hevalên xwe yên Tetwan re dişand. Li Stenbolê ku tu saf bî û zarokek gundî bî tu nikarî jiyana xwe berdewam bikî. Hewce ye mirvo ji başbûnê derkeve. Dema ez çûm saf bûm. Min nedizanî dê zirar bidin min lê min li wir gelek ziarar dît.”  
 
Hêlînê dibêje ku malbata wê ewilî wê şandiye Navenda Çanda MED a li Bagcilara Stenbolê û li wir dest bi rêwîtiya muzîka profosyonel dike.
 
KONSERVATUARA ARAM TÎGRAN 
 
Piştî demekê Hêlîn Kiliçarslan dest ji dibistanê berdide û malbat dixwaze li konfeksiyonê bixebite. Li ser vê yekê ya wê Hêlîn bixebite û paşê bizewice yan jî wê berê xwe bide muzîkê. Piştre jî guhdariya dayika xwe dike û berê xwe dide muzîkê. Piştî demek li Komeleya Medê perwerdehiya muzîkê dibîne, di 14 saliya xwe de berê xwe dide Amedê û tê Konservatuara Aram Tîgran qeyda xwe çêdike. 
 
Konservatuara Aram Tîgran di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala 2010’an hat damzerandin. Bi sedan xwendekar ango şagirt li vir di beşên muzîkê de hatin perwerdehekirin. Lê belê bi tayînkirina qeyûm re di sala 2016’an de konservatuar hat girtin. Lê Hêlînê dest ji perwerdehiyê berneda û berdewam kir. Hêlînê ya ku ji malbata xwe dûr dima dest ji perwerdehiya muzîkê berneda û ev yek hezkirin û rêzgirtina malbatê li hemberê wê zêde bû. 
 
DI TEMENEK BIÇÛK DE HÎN BÛ 
 
Lê belê ew heyam ji bo Hêlînê qet hêsan nebûn û demên dijwar derbas kir. Hêlîn bo hatina konservatuarê wiha dibêje, “Dema pêşniyaza konservatuarê hat malbata min pir erênî nêz nebû. Gotin nabe. Lê rewşa min a li Stenbolê jî qet nebaş bû. Min xwe û armanca xwe winda kiribû Jiyanek min a rewşa wê nebaş hebû. Zarokên tirkan li dibistanê êrişî kurdbûna min dikirin. Min xwe ne ji wir hîs dikir. Ji ber tiştên dihatin serê min, min dixwest zû mezin bibim. An ez ê biketima rêyek xerab an jî min ê xwe li ser linga bigirta. Min jî muzîkê hilbijart. Ez di temenek biçûk de hîn bûm, zehmet bû lê belê baş çêbû.” 
 
MALÊN XWE KIRIN DIBISTAN 
 
Piştî konservatuar hat girtin pêvajoyek hin dijwartir li benda Hêlînê û hevalên wê bû. Wan nexwest dîsa li malbatên xwe vegerin û bi mamosteyên xwe re malên xwe veguharandin “malên perwerdehiyê” û her roj li malekê bi mehan hatin perwerdekirin. 
 
Hlêlîn wê pêvajoya dijwar wiha vedibêje: “Hem zor bû hem jî em baş hînê muzîkê dibûn. Dema ez hatim vir min got temam e cihê min êdî ev der e. Dema qeyûm hat em 100 kes bûn lê piştre em man 65 kes. Lê me dest ji perwerdehiya xwe berneda û me malên xwe guhert cihê perwerdehiyê. Em 5-6 mehan hatin perwerdekirin. Piştre jî me Ma Musicê ava kir.” 
 
DIBISTANA MUZÎKA KURDÎ: MA MUSÎC 
 
Akademiya Ma Musicê cihê hilberîna xebatek kolektîf e. Ji derî û paceyên wê bigire ji boyaxa wê bigire heta amûrên muzîkê li her tişt ji aliyê xwendekar û mamosteyên wan ve hat avakirin. Niha ev der navendek girîng û mezin a muzîkê ye. 
 
Ma Music ji bo muzîka kurdî dibistanek mezin e û wezîfeya dibistanê bi rê ve dibe. Di 3’yê adara 2017’an de bi dirûşmeya “Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin” dest bi rêwitiya muzîkê kir û li ber polîtîkayên asîmilasyonê sekinî. Di roja îroyîn de Jin Ma (Koma Jinan), Zarok Ma, Orkestraya Mayê (Orkestraya mezin) û Orkestraya Rîtmên Xwezayî di bin banê Ma Musicê de dixebitin. Ji roja ava bû heta niha bi sedan zarok û ciwan perwerde kir. 
 
Akademî pirzimaniyê û pirçandiyê esas digire û yek ji taybetmendiya girîng a akademiye ew e ku şagirtên li vir mezûn dibin paşê jî bi awayek dilxwaz li vir dibin mamoste û perwerdehiyê didin xwendekaran. 
 
Li akademiye dersên wek erbane, keman, piyano, kemençe, santûr, tay, tembûr, dengbêjî hene û xwendekar tên perwerdekirin. 
 
HEM HÎN DIBE HEM DIDE HÎNKIRIN 
 
Hêlîn jî neferek ji vê xebata kolektîf e. Cara ewil li Ma Musicê hînî boyaxkirina dîwaran û çêkirina xwarinê bû. Piştî hîn bû bi hevalên xwe û şagirtên xwe da hînkirin. Dem ahîn bû jî qet dest ji hînbûnek nû berneda. Hêlîn têkildarî vê xebata li akademiyê wiha dibêje: “Ez di sala 2019’an de mezûn bûm. Em mezûnên ewil ên Ma Musicê bûn. Min wek asîstanekê dest bi dayîna perwerdehiyê kir. Her kesî koma xwe ava kir û ez di mezûniyetê de jî bi tenê mam (dikene). Paşê me komek xwerû ya jinan ava kir. Niha jî ez koordînetiya Jin Mayê dikim. Ez dersên wek teoriya muzîkê, solfej, sêtar, sêtêl didim.” 
 
'JIYANA MIN DA MIN' 
 
Ma Music piştî demekê êdî dibe mala Hêlînê û wiha got: “Ma Musicê min da min. Ez di Orkestraya Mayê de wek muzîkjen cih digirim. Ez di Jin Mayê de jî hem amûran lê didim hem jî stranan dibêjim. Mayê jiyana min da min. Heke ez li Stenbolê bimama ez ê tenê Hêlîn bimama. Lê belê li vir min xwe dît. Mirov dikare ji vê pê ve çi bêje? Tiştek xweş ji bilî vê nîn e.” 
 
'ŞERÊ MIN Ê NASNAMEYÊ DEST PÊ KIR' 
 
Hêlîn tîne ziman ku ji niha şûn ve armanc û xeyala wê mezin ew e ku Jin Mayê berfireh bikin û muzîka kurdî li pêş bixe û got: “Serdema min a şerê fizîkî qediya, niha êdî şerê min ê ziman, nasname û çandê dest pê kir.” 
 
SERPÊHATIYA NÛDEMÊ YA JI KOBANÊ 
 
Malbata Nûdem Demîr (19) bi eslê xwe ji Amedê ne. Lê belê gelek sal berê koçî bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê kirin e. Ev bajêr bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê ku dengê wê li tevahiya cîhanê belav bû tê nasîn. Nûdemê li vî bajêrê berxwedêr hatiye dinê û mezin bûye. 
 
 
Wextê ku di meha îlona 2014’an de li dijî Kobanê êrişên DAIŞ’ê dijwar dibin, li gel malbatê xwe li sînoran dixin û tên heta Amedê. Nûdemê wê çaxê hê 10 salî ye. Ji ber ku bavê wê beriya şer biqewime jî li Amedê û derdora wê karê sondajê kiriye, vir dizanibûye û zêde zehmetiyan nekişandine. 
 
Dema malbat nû tê Amedê li kompleksa sporê ya Şaredariya Peyasê bicih dibe û 7 meh li vir dimînin. Nûdemê wan rojên ku xwe li sînorên bi mayîn dan û hatin serxetê wiha şîrove dike: “Dema ku DAIŞ nêzî Kobanê bû me xwe li sînor da û em hatin. Em du sê saetan li ser sînor man. Meşa di rêyên teng û bimayîn de gelek zor bû. Em ewilî hatin Pirsûsê û paşê em hatin Amedê. Ji ber ku bavê min vir dizanibû, me li bajêr zehmetî nekişand. Lê Amedê bajarek mezin bû… Lewma me problema adaptasyonê nedît.” 
 
Rêwîtî ango nasîna muzîkê ya Nûdemê jî li kompleksa sporê bi mamosteyên ku dersa muzîkê didin wan dest pê dike. Nûdem pêvajoya xwe ya koçberiyê û nasîna muzîkê wiha şîrove dike; “Li kompleksê perwerdehiya ziman û muzîkê didan me. Mamosteyên me ji Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dihatin û perwerde didan me. Ez li vir sê mehan çûm kursa tembûrê. Piştî her kes çû dibistanê kes nema. Yên mayî jî çûn Konservatuara Aram Tîgran qeyda xwe çêkirin. Her hefteyê du sê rojan perwerdehiyê didan me. Salek me neqediya qeyûm tayînî cihê me kirin.” 
 
DIBISTANA KURDÎ YA EWIL: FERZAD KEMANGER
 
Nûdem di vê serdemê de qeyda xwe li Dibistana Ferzad Kemanger çêdike û li vir perwerdehiya zimanê kurdî dibîne. Hê perwerdehiya wan temam nebû vê carê dibistan bi destê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê hat girtin. Mafê perwerdehiyê yên van zarokan ji destê wan hat girtin. 
 
Nûdem jî yek ji van xwendekaran bû. Piştî ku dibistana Nûdemê hat girtin wê jî wek hevrêya xwe Hêlînê li malan tên perwerdekirin. Piştî Ma Music hat vekirin perwerdehiya xwe ya ziman û muzîkê berdewam kir. Nûdem jî wek hevalên xwe din di avakirina Ma Musicê de cih digire. 
 
XWIŞK Û BIRA TEV LI MA MUSÎCÊ NE 
 
Tenê ne Nûdem hema bêje hemû ferdên malbata wê qeyda xwe li kursên Ma Musicê çêdikin û Nûdem vê yekê wiha vedibêje; “Xwişk û birayên min tev qeyda xwe çêkirin. Niha birayê min herî biçûk jî li Akademiya Zarokan e. Herî dawî dayika min jî qeyda xwe çêkir. Me bi malbatî dest bi dersan kir. Birayê min mezûn bû û niha ew li piyanoyê dide. Xwişk û birayê min hê jî tên perwerdekirin. Dayika min dest jê berda (dikene).” 
 
BI 4 ZIMANAN DIZANE, SANTÛR AMÛRA WÊ YE 
 
Ew bi zimanê kurdî, tirkî, îngîlîzî û erebî dizane û di 18 saliya xwe de ji Akademiya Ma Musicê mezûn bû. Amûra ku jê hez dike û lê dide santûr e. Nûdem niha dersa santûrê dide şagirtên xwe. 
 
Ew dibêje ku Ma Music ji bo wê gelek bi nirx e û bo mala xwe ya muzîkê wiha dibêje, “Ma Music ji bo min hem mal e hem jî malbat e. Têkiliyên li vir li tu cihî tune ne. Em bi hev re dijîn û dixebitin. Em wek malbatekê ne. Dikarim bêjim mala min î yekemîn ev der e.” 
 
Rewşek ku Nûdem pê re rû bi rû maye jî ew e ku nikare biçe bajarên cuda. Ew di bin parastina UNICEF’ê de ye û ji bo bikaribe biçe bajarek cuda divê destûrê werbigire. Lê belê ev “destûr” gelek caran ji bo wê nayê dayîn. Lewma bi awayê ku dixwaze nikare tevbigere û nikare di şahiyên hunerê yên bajarên cuda de cih bigire. 
 
XEYALA WÊ: LI KOBANÊ PERWERDEKIRINA ZAROKAN 
 
Nûdem dibêje yek ji xeyala wê ya herî mezin ew e ku biçe li ser axa ku lê hatiye dinê û mezin bûye di akademiyek wek Ma Musicê de dersê bide zarokên Kobanê. 
Her wiha banga Nûdemê bo malbat û zarokên kurd heye û banga xwe wiha tîne ziman: “Heta ku mirov neyên vir, têkiliyên li vir nizane. Divê mirov bikevin nav vê têkiliyê ku dizanibin. Perwerdehiya li vir li tu deverek din nîn e.” 
 
KELECANA WELAT 
 
Welat Tayfur 27 salî ye û ji navçeya Pasûrê ya Amedê ye. Li gorî hevalên wî din çîroka wî hin bêtir xwerû ye. Lê belê Welat jî para xwe ji çerxa asîmilasyonê girti ye. Dibêje ku ev hevpeyvîna wî ya ewil e û lewma bi kelecan e û serpêhatî ango rêwîtiya xwe ya muzîkê bi kelecan vedibêje, “Ez demek pir kin çûm Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê. Ez di 12 saliya xwe de çûm Mala Piştgiriya Perwedehiyê ya li Rezanê. Hem perwerehiya ziman hem jî perwerdehiya koroyê dan min. Min carna darbukayê lê dida, carna diçûm şanoyê û carna jî min stran digotin.” 
 
 
EREBOKA DESTAN ENSTRÛMANA WÎ YA EWIL E 
 
Welat destnîşan dike ku eleqeya wî ya bo muzîkê herî zêde tesîra Şêrko Kanîwar (Koordînatorê Ma Musîcê) li ser wî kiriye. Dema li Mala Piştigiriyê ya Perwerdehiyê ye, li ser xwesteka Kanîwar amûrên rîtmên xwezayî lê dide û ew cara ewil bi lêdana ereboka destan wek enstrûman bo xwe dibîne û dest bi muzîkê dike. 
 
Ew jî li Konservatuara Aram Tîgranê şagirt e û piştî ev der tê girtin ew jî wek hevalên xwe li malan tê perwerdekirin. Welat anî ziman ku piştî Ma Musîcê vedikin kar û barên xwe muzîkê komî ser hev kirin e û bi evîndariyek mezin dest bi xebatê dikin. Welat diyar dike ku mîna ku ew bênefes mabin lê bi vebûna Mayê re dîsa ew hestên wan ku mîna oksîjenê lê belav bûbe kêfxweş dibin. 
 
TIŞTA KU LÊ DIGERIYA DÎT 
 
Welat jî yek ji mezûnên ewil ê Ma Musicê ye. Ew li wî cihê ku lê xwendekar bû niha li piyanoyê dide û bûye mamosteyê piyanoyê. Bextewariya wî herî zêde jî ew e ku bi zimanê dayika xwe hatiye perwerdekirin. Welat vê kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman: “Min dizanibû her tim aliyek min ruhek min girêdayî muzîkê ye. Dema ez hatim Ma Musicê ev aliyê min, ruhê min temam bû. Ji bo ziman jî ev wisa bû. Dayik û bavê min tenê bi kurmancî dizanibûn. Tirkî her tim bo min zimanekî biyanî bû. Ji ber ku li dibistanê zimanê perwerdehiyê bi tirkî bû, min tu carî xwe aydî wir nedît. Niha ez xwe bi zimanê xwe tînim ziman. Wek ku ez li tiştekî digeriyam û min wê li vir dît.” 
 
DÊ MUZÎKA KURDÎ BI MUZÎKA GERDÛNÎ RE BIKE HARMONΠ
 
Welat diyar dike ku ew dixwaze muzîka gerdûnî û muzîka kurdî nêzî hev bike û harmoniya wê bike û ev tenê dikare bi akademiyên xweser bê kirin. Welat dide zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re girtina sazî û dezgehên çand û hunerê wek êrişek li ser çanda kurdî dibîne û qeyûm polîtîkaya berdewamiya asîmilasyonê ye. 
 
DENGÊ KU LI ŞIKEFTÊN HESÛNÊ Û KELEHA ZERZEVANÊ OLAN DIDE: SARYA 
 
Gelek ji me wê bi strana “Xezal Dînê” ya şahê dengbêjan Şakiro ku li Şikeftên Hesûnê olan dide wê nas dikin. Deng û awaza wê ya bi performansa wê ya berz a di nava Jin Mayê de her olan dide. Her wiha dengê wê li Keleha Zerzevanê jî olan dide û belavî ser Amed û Mêrdînê dike. Xwedî dengek xweş, dengek bêhempa ji qirika wê dixulxul e. Ev Sarya Ertaş e. 
 
Sarya zaroka malbatek ji Şemrexa Mêrdînê ye. Hê biçûk e malbata wê ji ber şert û mercên aborî koçî Manîsayê dike û li wir mezin dibe. 
 
 
TESÎRA BAVÊ WÊ YÊ GIRTΠ
 
Eeleqe û bala Sarya ya muzîkê di 12 saliya wê de dest pê kiriye. Sedemê herî mezin ê vê eleqeya bo muzîkê bêguman ji bavê wê tê û bo bavê xwe wiha dibêje, “Tesîrek pir zêde ya bavê min li ser min heye. Eleqeya bavê min a muzîkê jî ji kalikê min tê.” 
 
Bavê wê jî stranbêjek tê nasîn e. Stranbêj Axîn Biro ye û niha girtî ye. Beriya ew bibe stranbêj di karên înşaetan de dixebite û piştî dest bi karê muzîkê dike dest ji karê înşaetan berdide. 
 
Axîn Biro di mijdara 2015’an de li Îzmîrê tê girtin û 20 sal ceza lê tê birîn. Tevî ku nexweşiyên prostat û şeker lê peyda bûne jî hê jî di hepsê de ye. 
 
XEBATÊN XWE BI BAVÊ XWE RE HEVPAR DIKE 
 
Sarya ji bavê xwe yê girtî piştgiriyek xurt digire. Dema xebatekê bike ewilî bi bavê xwe dişêwire. Stranê bi wî dide guhdarîkirin û jê re dibêje… Ew û bavê xwe nameyan ji hev re dişînin û li hev digerin, heke bavê wê bêje ‘erê’ ew stran, awaz pijiya ye. 
 
Ev yek Saryayê hem kêfxweş dike hem jî motive dike û têkiliya wê û bavê wê hin bêtir xurt dike. Têkiliya xwe û bavê xwe wiha bi lêv dike; “Dema li me digire, moralek mezin dide me. Rê û rêbazan nîşanî min dide. Ji ber ku wî berê min daye vê rêyê ez bo wî minetdar im. Helbet wê ew roj were ku ez û wî stranan bi hev re bistirin. Ez bo wê rojê gelek bi kelecan im.” 
 
Tenê ne Sarya û bavê xwe, her wiha xwişk û birayê wê jî muzîkjen in. Xwişk wê Seval çeloyê dijene û kekê wê Baran jî kemanjen e. 
 
Di sala 2008’an de malbata wê ji Manîsayê berê xwe dide Amedê û tê li vî bajarê dîrokî bi cih dibe. Sarya li şûna ku biçe dibistana tirkî, Konservatuara Aram Tîgranê tercîh dike û qeyda xwe li vir çêdike. Piştî konservatuar tê girtin ew jî mîna hevalên xwe din li malan tê perwerdekirin. Wek şagirtek û stranbêjek biçûk di avakirina Ma Musicê de cih digire. 
 
TÊKILIYA XWE BI PERGALÊ RE QUT KIR 
 
Di vê pêvajoya dijwar de hem perwerde bû hem jî ders da hem jî ji bo lêçûyînên akademiyê şev û rojên xwe kir yek. Sarya diyar kir ku 10 sal in ew dixebite û tevî hemû dijwarî û zehmetiyan jî wan xebata xwe domand û wiha pêde diçe; “Di dawiyê de me Ma Musicê ava kir. Her hevalek me bi mehan ked da. Me soz dabû gelê xwe ku em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin û em li ser vê soza xwe ne. Desteka bavê min jî pir zêde bû. Ez jî dikaribûm biçûma dibistanên pergalê. Derfetên cuda jî hebûn. Lê ez ê nebûma jinek azad. Minê nikaribûya wek jinek azad têbikoşiyam. Lewma jî min têkiliya xwe ya bi pergalê re qut kir.” 
 
RUHÊ MA MUSÎCÊ 
 
Sarya wiha qala ruhê li Ma Musicê dike: “Di civakê de dema dibêjin dengbêj kesek 60-70 salî tê bîra mirovan. Em didin nîşandan ku jinek 15 salî û xortek 20 salî dikarin dengbêjiyê bikin. Em dixwzin bidin nîşandan ku dengbêjiyê tene kesên pîr û kal nakin, xort jî dikin. Piştî min dest bi Aramê kir li min xweş hat. Hin stran hene bi saetan jiber dikî. Yekem ji malbatê tê duyem jî ji mamosteyên min tê. Beşa min piyano ye. Ez gelek ji wê hez dikim. Hinek ji hev dûr in. Lê ew qas nêzî hev in jî. Hin caran dikarî bi hev re bikî. Her çend amûrek ne kurdewar be jî. 
 
Gelek kes pêşniyar dikin ku werin em bi hev re bixebitin. Wek production ji bo xebatê gotin. Lê em dixwazin komî derkevin şahiyan. Ez di orkestraya mezin û Jin Mayê de cih digirim. 
 
Ez dikarim piyanoyê li mala xwe jî lêdim. Xebata muzikê li malê jî bikim. Lê têkiliya li Mayê xebata rêxistinî ye û li tu derê nîn e. Sedema ez li vir im jî ev tişt e. Bi binçavkirinan re rû bi rû mam. Ji ber xebata hunerî hatim binçavkirin. 
 
Hêza em jê digirin jî gel e. Car bi car moralê dikeve lê tu dibînî ku ev qad ji aliyê gel ve tê hezkirin. 
 
Çanda dengbêjiyê divê neqede. Ji ber vê xebata me berdewam dike. Wek Sarya ez ê her di vê qadê de bixebitim. Ez ê ji bo zarokên vî gelî xebatên çandî û muzîkê bidim berdewamkirin. Em bi astengiyan re rû bi rû dimînin lê hêza me naqede. Ev der her tim heye. Ev der tune be dê her cihek din hebe. 
 
Meselaya binçavkirin û lêpirsînên li dijî me, ne meselaya muzîkê ye, mesela wan muzîka bi zimanî kurdî ye. Dixwazin zimanê kurdî biqedînin. Lê em ê rê nedin vê yekê. Em ê gavek jî bi paş ve neavêjin.”
 
MA / Bîlal Guldem - Azad Altay