Dê qeydên ji bo kursên NÇM'ê heya dawiya îlonê bidomin

img
STENBOL - Hunermenda NÇM'ê Zehra Sûyû bilêv kir ku dê serlêdanên wan ên ji bo kursên muzîkê heya dawiya îlonê bidomin û li dijî qirkirina çandî û asîmlasyonê bang li her kesî kir ku tev li kursan bibin. 
 
Qeydên kursên muzîkê yên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, dest pê kirin. Qeyd dê heya dawiya meha îlonê bidomin. Kesên qeyda xwe li NÇM'ê çêdikin di kursan de fêrî bikaranîna tembûr, keman, şan, gîtar, flut û erbaneyê dibin. Kesên bixwazin qeyda xwe çêbikin, dikarin biçin avahiya NÇM'ê ya li Taxa Mescîtê ya li navçeya Beyoglûyê yan jî dikarin bi rêya telefonê çêbikin. 
 
Ji hunermendên NÇM'ê Zehra Sûyû, bang li her kesî kir ku li dijî asîmlasyonê û qirkirina çandî beşdarî kursan bibin. 
 
ist-12-09-2023-mkm-muzik-kursu-kayitlari-basladi-suyu
 
QIRKIRINA ÇANDÎ Û BIŞAFTIN
 
Sûyû anî ziman ku NÇM ji sala 1991'ê ve ji bo çanda kurdî dixebite û li dijî qirkirina çandî û asîmilasyonê têdikoşe. Sûyû da zanîn ku wekî her salê îsal jî dest bi amadekariyên kargeha muzîkê kirine û got: "Qeydên me dê heya dawiya meha îlonê bidomin. Enstrumanên li atolyeya me; tembûr, gîtar, keman, flut, erbane, şano û piyano ne. Kesên qeyda xwe çêbikin dê têkildarî van enstrumanan dersan bigirin. Hemû kesên bixwazin li gor çanda xwe bijîn û bi taybetî jî çanda kurdî geş bibe, dikarin beşdarî kursên me bibin." 
 
Sûyû wiha domand: "Hê jî qirkirina çandî didome. Çandeke ku tê xwestin bê qirkirn heye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê qirkirina çandî û asîmilasyonê xwedî li çanda xwe derkevin."