NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist

img

STENBOL - NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan ku Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Guloş Bertî tê de cih girtin li dar xist. 

 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê ji bo jinan “Şeva Dengbêjan” li dar xist. Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Guloş Bertî di şevê de amade bûn. Di şeva ku cilên herêmî li xwe hatin kirin ji bo dengbêjên jin quncê şevbuherkê hate amadekirin. Di şeva ku jinan û zarokan eleqeyeke zêde nîşan dan de şalên kevnepşopî, xurçik û tevneyên bi dest hatin çêkirin hatin daliqandin. 
 
ŞEV DIYARÎ DAYIKÊN AŞTIYÊ HATE KIRIN 
 
Xebatkara NÇM’ê Dîlan Sûyû diyar kir ku şev diyarî Dayikên Aştiyê kirine û jinên dengbêj vexwendin ser dikê. Jinên dengbêj ên bi çepikan derketin ser dikê, bi enstrumanan re klamên xwe gotin. Jinên ku tev li şevê bûn bi çepik û tilîliyan eleqeyeke zêde nîşanî jinên dengbêj dan. Şev bi gotina klaman a jinên dengbêj bi dawî bû.