Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'

img
STENBOL - Dê di Organîzatoriya Muzeya Bîrê ya Ji bo Edaleta Dîrokî de, pêşangeha "Raborî îro ye" ya der barê Darbeya 12'ê Îloa 1980'yan bê lidarxistin. 
 
Dê di Organîzatoriya Muzeya Bîrê ya Ji bo Edaleta Dîrokî de, pêşangeha "Raborî îro ye" ya der barê Darbeya 12'ê Îloa 1980'yan bê lidarxistin. Pêşangeh li ser heyama di navbera 1960-1991'ê de hûr dibe. Ev pêşangeh ya herî berfireh ya der barê 12'ê Îlonê de ye. Dê di navbera 12'ê Îlonê û 8'ê mijdarê de li Depoya Tûtinê bê lidarxistin. 
 
Yê pêşangehê bi rê ve dibe Research Institute on Turkey û Komeleya Lêkolînên Demokrasî û Bîrê ne. 
 
KOLEKSIYON Û ARŞÎV
 
Pêşangeh ji koleksiyon û arşîva ku Muzeya Bîrê ya Ji bo Edaleta Dîrokî ew veguhastine qada dîjîtal pêk tê. Pêşangeh li ser heyama di navbera 1960-1991'an de hûr dibe. Her wiha pêşangeh berhemên hunerî, lêkolîn û xebatên nivîskar, rojnamevan û lêkolîneran ên bi awayekî kolektîf û şexsî hatine kirin jî tîne cem hev du. 
 
Muzeya Bîrê ya Ji bo Edaleta Dîrokî ku sûcên di dema darbeyê de tomar kirine, di daxuyaniya têkildarî pêşangehê de bal kişand ser heyama 12'ê Îlonê û diyar kir ku di vê pêşangehê de ji bîra kolektîf a darbeyê, rejîma leşkerî, pergala hiqûqî, binpêkirinên mafan, têkoşîna ji bo edaletê, piştevaniya navneteweyî, bêcezatî, hevrûbûnê bigire heya bi pratîkên hesabpirsîn gelek tişt hene. 
 
Ji xeynî pêşangehê dê panel jî bên lidarxistin. Dê ya ewil di 14'ê îlonê de bê lidarxistin. 
 
Bername bi vî rengî ye:
 
* 14 ÎLON
 
Wateya Dîrokî û Civakî ya Darbeya 12'ê Îlonê
 
Doç. Dr. Îsmet Akça 
 
Saet: 19.00-20.30
 
Navnîşan: Metro Han, Şahkulu Çukur, Erkanı Harp Sokak, No: 2, Beyoğlu, İstanbul 
 
* 19 ÎLON
 
Roza Erdem, Evvel Zamanla Tanışmak / Vebêjiya Otobiyografîk
 
Saet: 19.00-21.30
 
NAvnîşan: Metro Han, Şahkulu Çukur, Erkanı Harp Sokak, No: 2, Beyoğlu, İstanbul 
 
* 23 ÎLON
 
Dr. Yeşim Yaprak Yildiz, Li Tirkiyeyê Dejenerebûna Epîstemîk û Di Şideta Dewletê de Şirîkiya Sûcê Civakî
 
Saet: 16.00-18.00
 
Navnîşan: Metro Han, Şahkulu Çukur, Erkanı Harp Sokak, No: 2, Beyoğlu, İstanbul