Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî

img
STENBOL - HDK, dê li dijî tecrîda li îmraliyê û polîtîkayên asîmîlasiyonê gelek çalakiyan çandî li dar bixe. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê Stenbolê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên asîmîlasyonê hin çalakiyên çandî li dar bixe. 
 
KAMPANYAYA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Dê di çarçoveya xebatan de ji 12 wênesazên li seranserê cîhanê bi nav û deng, wêneyên têkildarî tecrîdê bên xwestin. Ev wêne dê pajê li nêvenga dîjîtal bên belavkirin. Ên beşdarî pêşangehê bibin, di heman demê de dê bibin îmzekarên ji bo rakirina tecrîdê jî. 
 
PROJEYA ARŞÎVA DIJÎTAL A NETEWEYÎ
 
Ji bo dîroka kurdan bigihê nifşên bê, dê "Projeya Arşîva Dijîtal a Neteweyî ya Kurd" bê çêkirin. Di çarçoveya projeyê de dê li çar beşên Kurdistanê berhemên devkî û nivîskî bên komkirin û dê ev dane li nêvenga dîjîtal bên belavkirin. 
 
Di nava çalakiyan de "Salnameya Rojên Girîng" jî heye. Dê di vê çarçoveyê de li ser navê Mîr Celadet Alî Bedirxan pêşbaziya helbestan û çîrokan bê lidarxistin. 
 
Dê bulteneke tirkî û kurdî ya çandî bê amadekirin. Bulten dê sê mehane be. Di di vê bultenê de bi tevkariya PENa Kurd helbest, çîrok, karîkatur û wêneyên girtiyan jî hebin. Her wiha ji bo li Stenbolê mala dengbêjan bê avakirin dê hin xebat bên kirin. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mehmet Ûçar, têkildarî çalakiyên ku dê bên lidarxistin axivî. 
 
ist-08-09-2023-hdk-kultur-calismalarina-dair-ucar-rop-ucar
 
Ûçar bal kişand ser girîngiya xebatên çandî û got ku çanda kurdî tê tunekirin. Ûçar bilêv kir ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî ji bo çanda kurdî talûkeyeke mezin didin der û got ku ji bo tunekirina çanda kurdî "aqilekî dewletê" di dewrê de ye.
 
TECRÎDKIRINA ÇANDA KURDÎ
 
Ûçar destnîşan kir ku saziyên siyasî û çandî tên çewisandin û qedexekirina çalakiyên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û girtina hunermendên wekî Emel Çîftçiyê bibîr xist. Ûçar wiha domand: "Pêvajoya tecrîdê ya Îmraliyê heye û divê gelê me bi zelalî zanibe ku yê li wir tê tecrîdkirin ne bedenek e. Li wir bi temamî hebûna çanda kurdî tê tecrîdkirin. Lewma divê em helwesta xwe ya xwedîderketinê bidin der. Tecrîd wekî çoyekî li ser serê çanda kurdî ye jî. Şikandina tecrîdê, dê bike ku xebatên çandî jî bi lez û bez bên kirin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Ûçar destnîşan kir ku dê ji bo çanda kurdî bitêkoşin û ji bo xebatên ku dê bikin bang li her kesî kir. Ûçar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes dikare bi rihetî di nava van xebatan de cih bigire. Ger cih bigirin, em yeqîn dikin ku dê xebatên me zûtir bigihêjin ber destê gel." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû