Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû

img
AMED - Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi dawî bû. Komeleyê ev peyam da: “Daxwaza me ji malbatan ew e ku bila ev kargeh tenê li vir sînordar nemîne û her danûstandin bila bi zimanê kurdî be.”
 
Kargeha zarokan a Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi dawî bû. MED-DER’ê li baxçeyê avahiya xwe ya li Semta Gazîler a navçeya Peyas a Amedê şahiyek li dar xist û belge dan kursiyeran. Baxçêyê şahî lê hat kirin bi balon û flamayên MED-DER’ê hat xemilandin. Malbatên zarokan, komele û saziyên civaka sivîl tevli şahiyê bûn. 
 
Şahî bi axaftina Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû dest pê kir. Azîzoglû bal kişand ser girîngiya hînkirina zimanê kurdî û destnîşan kir ku divê hemû gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. 
 
‘BI MILYONAN ZAROKÊN KURD JI ZIMANÊ XWE BÊPAR DIMÎNIN’
 
Pişt re rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç axivî û da zanîn ku xwesteka wan li dijî polîtîkayên bişavtinê daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye û got ku ev tişt jî di vê kargehê de derket holê. Guvençê diyar kir ku gava wan ji zarokan re gotiye kargeh êdî bi dawî dibe, zarok hinekî hestiyar bûne û daxwaza berdewamiya kargehê kirine. Guvençê destnîşan kir ku wê kargehên bi vî rengî bidome û wiha berdwam kir: “Hûn jî dizanin ku perwerdehiya serdema nû ya fermî dest pê kir û bi milyonan zarokên kurdan dê ji zimanê dayika xwe bêpar bimînin. Em vê yekê wekî sûcekî dibînin. Zimanê dayikê mafekî bingehîn e û em vê yekê jî wekî polîtîkayên bişavtinê digirin dest. Divê em hinekî li ser mijara ‘divê em li dijî bişavtinê çi bikin?’ biaxivin. Polîtîkayên bişavtinê ev sed sal in didomin û diyar e ku dê her bidome jî. Lê di heman demê de jî tekoşînek me jî heye. Ev malbat û zarokên hatine vir jî ji bo zimanê xwe têdikoşin. Em bi vê yekê kêfxweş in û divê em li her qadên jiyanê bi zimanê kurdî biaxivin, binivîsin. Daxwaza me ji malbatan ew e ku bila ev kargeh tenê li vir sînordar nemîne û her danûstandin bila bi zimanê kurdî be.”
 
Dû re zarok derketin ser dikê helbest xwendin û piştî helbestan belgeyên zarokan hatin dayîn. Herî dawî zarok bi hev re derketin ser dikê û stranên “Elo Dîno, Gelo Ev Kî Bû, Mizîrko, Zimanê Kurdî’ gotin û bername bi dawî bû.