Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir

img
AMED - Wêjegeh Amed di meha îlonê de, xwe amade dike mazûvaniyê li Bavê Nazê bike û bi Wêjegeh Gerokê jî li sê bajarên cuda çalakiyan li dar bixe.
 
Wêjegeh Amed ku li Amedê xebatên wêjeyî bi rê ve dibe, bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir. Di bernameya Wêjgehê de rêzeçalkiyên wêjeyî yên têr û tije hene. Wêjegeh Amed diyar dike ku dê Wêjegeh Gerok jî li sê bajaran çalakiyên wêjeyê yên cuda li dar bixe. Bername di 8’ê îlonê de li Qoserê dest pê dike û di 30’yê îlonê de dîsa bi bernameyek li Qoserê bi dawî dibe. 
 
Bernameya Wêjegeh Amed ya meha îlonê wiha ye: 
 
* 8’ê îlonê: Mêvan: Bavê Nazê, moderator: Îbrahîm Xort, mijar: Serbseroiya nivîskar di nivîsê de, Cih: Mawa Kîtap Qoser - Mêrdîn 
 
* 9’ê îlonê: Mêvan: Bavê Nazê, moderator: Îbrahîm Xort, mijar: “Serbseroiya nivîskar di nivîsê de” Cih: Wêjegeh Amed
 
* 24’ê îlonê: Mêvan: Mehmet Mahsum Oral, moderator: Abdullah Aren Çelîk, mijar: Hin Bayên Muptelayên Malê (Ev düşkünü bazı rüzgarlar), cih:  Wêjegeh Amed
 
* 30’yê îlonê: Mêvan: Dilawer Zeraq, Hatîce Kamer, Zeynep Yaş, moderator: Lal Laleş û Seçkîn Arslan, Cih: Wêjegeh Amed
 
* 30’yê îlonê: Mêvan Ramazan Kaya, moderator: Samî Hêzil, mijar: Çîroka Me, cih: Li Nînova Dance and Theatreyê -  Wan
 
* 30’yê îlonê: Mêvan: Salih Agir Qoserî, moderator: Mem Wenda, mijar: Gotinên Rastiyê, Cih: Mawa Kîtap Qoser - Mêrdîn
 
BAVÊ NAZÊ
 
Bavê Nazê, di sala 1971’ê de, bi çîroka xwe ya bi navê “Navê Min Xoşnav” e, dest bi nivîskariyê kir û bi romana xwe ya bi navê “Çiyayên Bi Xwînê Avdayî” ku di sala 1978’an de nivîsî, di demeke kurt û di nav xwendevanên ciwan de eleqeyeke mezin dît; pirtûka wî li Sûrî û li Rûsyayê hat xwendin. Paşê jî romana wî ya bi navê “Stockholmê Te Çi Dîtiye” deng li xwe belav kir.
 
Nivîskarê hêja yê wêjeya kurdî, Bavê Nazê, vê mehê wê were Amedê û Mêrdînê. 8’ê îlonê êvarê saet di 8’an de li Mawa Kîtapê, 9’ê îlonê piştî nîvro saet di 4’an de jî li Wêjegeh Amedê, bi moderatoriya Îbrahîm Xort, wê gotûbêj werin kirin û wê nivîskar pirtûkên xwe îmze bike. Bavê Nazê, ku bi ezmûneya xwe ya di navbera zimanan û cografyayan de lê qewimiye, nêzikî li wêjeyê dike, wê di çarçoveya wêjeya neteweyî û ramana dîrokî de, pirsgirêk û derfetên rewşa heyî binirxîne. 
 
‘HIN BAYÊ MUPTELAYÊN MALÊ’ 
 
Abdullah Aren Çelik, bi Mehmet Mahsum Oral re, li ser pirtûka wî ya dawî ya bi navê “Hin Bayên Muptelayên Malê” gotûbêjê dike. Oral, di vê pirtûka xwe ya ku “bi awayekî fragmanî hatiye nivîsîn û ji parçeyên ku tê de hestên malê hene pêk tê, têgiha ‘mal’ê, bi gelek aliyên wê ve” û mîna nivîskarekî du-zimanî difikire. Gotûbêj, wê roja 24’ê îlonê, piştî nîvro saet di 4’an de çêbibe.
 
ANTOLOJIYA BELONGINGSÊ
 
Antolojiya Belongingsê derçû! Di vê antolojiyê de, nivîsarên pênc nivîskarên Kurd û Samî cî digirin ku wan pêşî di sala 2021’ê de bi hevdîtinên dîjîtal, di warê çandî de hev nas kirin û di sala 2022’yan de jî wekî serdanên beranberî war û welatên hev nas kirin û li ser van çalakiyan jî di nivîsarên xwe yên resen nivîsîn. Antolojî bi sê zimanan weşiya: Kurdî, Samîkî û Îngilîzî. Nivîskarên antolojiyê wê li Amedê, Mêrdînê û Wanê, gotûbêjên hevdemî çêkin.