Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû

img
WAN - Bernameya meha îlonê ya ŞanoWanê diyar bû. 
 
ŞanoWan li bajarê Wanê xebatên çand û hunerî dike. Bernameya meha îlonê ya ŞanoWanê eşkere bû. Dê di nava mehê de pêşandana filamn, şanoyê û gotûbêj bê kirin. Wê bername îro êvarê bi nîşandana filmê “Xaniyê Bêban” dest pê bike. Bername dê heta dawiyê mehê berdewam bike. 
 
Bernameya meha îlonê ya ŞanoWanê wiha ye: 
 
“2’yê îlonê: Xaniyê Bêban - nîşandana filmê Chalakino û gotûbêj (18.00)
9’ê îlonê: Bîraxane - ji nîşandana filme Chalakino û gotûbêj (18.00)
16’ê îlonê: Azmûn - ji nîşandana fîlmê Chalakino û gotûbêj (18.00)
17’ê îlonê: Jina Qelew - lîstika Yenî Sahneya Batmanê (16.00)
17’ê îlonê: Jina Qelew – lîstika Yenî Sahneya Batmanê (20.00)
21’ê îlonê: Don Kîxot- lîstika Şanoya Bajêr a Amedê (20.00)
23’yê îlonê: Beriya Şevê - ji nîşandana filmê Chalakino û gotûbêj (18.00)
30’yê îlonê: Govanda Elî û Dayika Zîn - ji nîşandana filme Chalakino û gotûbêj (18.00)”
 
Bîner dikarin bilêtên temaşekirina film û lîstikan li ŞanoWan a li Navenda Danûstandinê ya Aydin Perîhan peyda bikin.