Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner

img
AMED - MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd dê Kargeha Nivîskariya Afirîner bide destpêkirin. Komele armanca xwe ya ji vê kargehê wiha vedibêjin: “Ji hewldana hînkirina nivîskariyê zêdetir, ji kartêkerî û veguherkariya wêjeyê dide ser rê û di xebat û çalakiyên xwe de, li ser perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî li xwe dike armanc.”
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Wêjekarên Kurd, ragihandin ku ew ê “Kargeha Nivîskariya Afirîner” bidin destpêkirin. Kargeh, wê di 23’yê îlonê de dest pê bike û dê 6 hefteyan bidome. Komeleyan armanca ji vê kargehê weke “perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî” dinirxînin û ji hînkirina nivîskariyê zêdetir, kartêkerî û veguherkariya wêjeyê dide ser rêya xwe.
 
‘DÊ LI ÇAR BAJARAN BÊ LIDARXISTIN’
 
Kargeh bi 30 kesan hatiye sînordarkirin û ger hejmara serlêderan ji 30 kesan zêdetir be, dê kesên din ji bo kargeha duyemîn bên tomarkirin. Her dawiya hefteyê 2 roj û her roj 2 saet dê bi beşdariya nivîskarekî/ê kargeh bê lidarxistin û ji dersên diyarkirî yek jê dê online be û yên din jî dê rûbirû bin. Kargeh dê bi zaravaya kurmancî be û kesên tev li kargehê dibin jî divê di warê nivîsandin û xwendina bi kurdî de serwext bin. Kargeha "Nivîskariya Afirîner" a yekem dê li Amedê bê lidarxistin. Paşê dê bê navber bi dorê li Êlih, Mêrdîn û Wanê bê lidarxistin. Dê di dawiya kargehê de "belgeya beşdarbûyînê" bê dayîn û serlêderên ku du hefteyan beşdarî kargehê nebin, dê nikaribin "belgeya beşdarbûyînê" wergirin. 
 
‘KONTEKSTA NETEWEYÎ LI XWE DIKE ARMANC’
 
Komeleyan armanca û xebata xwe wiha vegotiye: “Kargeha Nivîskariya Afirîner, ji hewldana hînkirina nivîskariyê zêdetir, ji kartêkerî û veguherkarîya wêjeyê dide ser rê û di xebat û çalakiyên xwe de, li ser perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî li xwe dike armanc. 
 
DIXWAZE QADEKE BÎRA ÇANDÎ PEYDE BIKE
 
Di vê çarçoveyê de, Kargeha Nivîskariya Afirîner, zaravaya kurmancî wekî zimanê kargehê qebûl dike û di pratîka xwe de; digel ku xwe ji nirxên estetîkî yên şêweyên vegotinê yên li çarmedora dinyayê berbelav in û hatine qebûlkirin nade alî, pê re jî hewla afirandina vegotinên li ser hîma çand û taybetiyên zimanî dide. Di çarçoveya vê hewldayînê de, Kargeha Nivîskariya Afirîner; bîra (hafizeya) ferdî û kollektîf wekî zemîna sereke qebûl dike û li ser dîtina ‘her afiranek wêjeyî di heman demê de, nexş û motîfeke bîr û hafizeya neteweyî ye’ dixwaze qadeke taybet ji bo ‘bîra çandî’ peyde bike.”