Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir

img
DÊRSIM - Platforma Hay a Dêrsimê diyar kir ku qedexekirina konsera wan a di 12’ê tebaxê de êrişeke li dijî nirxên demokratîk e û li dijî qedexeyan banga têkoşînê kir. 
 
Platforma Hay a Dêrsimê dê di 12’ê tebaxê de konserek li dar bixista lê Walîtiya Dêrsimê bi îdiaya “naveroka wê guncav nîne” destûr nedabû. Platformê, têkildarî biryara qedexeyê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’a Dêrsimê hate dayîn. Berdevkê Platforma Hay a Dêrsimê Ahmet Balkis axivî û got ku biryara walîtiyê, mudaxileyeke vekirî ya li dijî mafên mirovan û azadiya xweîfadekirinê ye. 
 
'ÊRIŞA LI DIJÎ NIRXÊN DEMOKRATÎK’
 
Balkis, diyar kir ku mafê fikr û raman û azadiya xweîfadekirinê stûna civakên demokratîk e û wiha bi dawî kir: “Huner û çand jî eynika civakekê ye ku rengînî û piranîparêziya wê di xwe de dihewîne. Lewma, astengkirina çalakiyên çandî, êrişeke girîng a li dijî nirxên demokratîk e. Ev qedexeye, binpêkirina mafên mirovan e. Astengkirina çalakiyên çandî, li dijî demokrasî û azadiyan gefeke mezin e. Banga me ji bo hemû parastvanên demokrasiyê ew e ku ji bo avakirina civakeke huner û çand tê de bi awayeke azad tê jiyîn, bên ba hev û bi hev re têbikoşin. Xwedîderketina li rêgezên demokrasiyê û azadiyan, di vê pêvajoya zehmet de berpirsyartiya me tevan e. Qedexekirina çalakiyên hunerî û çandî nayê qebûlkirin.”