Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin

img
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ji bo ku hunera destan a jinan zindî bihêle û li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser  çand û hunerê bisekine, qursên Şeleme, Dezbilîng û Doxînê dan destpêkirin.
 
Şaredariya Silopiyayê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê birêvebirin bi şert û mercên bisînor xebatên xwe berdewam dike. Şaredariya ku di piraniya xebatên xwe de girîngiyê dide xebatên jinan di her qadan de pêşengiyê dide jinan. Midûriyeta Polîtîkayan a Jinan ya Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya xebatên xwe de, ji bo ku çanda jinan a kevnare zindî bihêle û hûnera jinan a destan hînî wan bike, li Bazara Keda Jinan qursên Dezbilîng, Şeleme û Doxînê bê pere vekirin. Endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Besê Cevîz der barê qursan de axivî. 
 
‘EM NAXWAZIN HUNERA JIN BÊ WINDA KIRIN’ 
 
Cevîz, diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku hûnera destan a kevnare di nava civakê de mayinde bikin û wiha axivî: “Mebesta me ew e ku ev çanda jinan a dîrokî neyê wenda kirin. Dixwazin ku êdî çanda me û hûnera me bibe perçeyekî jiyana me. Heke ku dayikên me nebin ev çand jî dê ji destê me biçe. Ji ber wê jî ji bo ku em vê çandê ji nifşên nû re ragihînin me pêwîstî dît ku xebateke wiha bidin pêşiya xwe. Em niha serlêdanên jinan digirin. Di destpêkê de em ê perwerdehiya Dezbilîng, şeleme û doxînê bidin. Em naxwazin ku ev hunera jinan a kevnare bê windakirin. Em ê her tim vê çanda xwe bidomînin.”
 
PIŞAFTINÊ ÇAND Û HUNER DA JIBÎRKIRIN
 
Cevîz, anî ziman ku ev xebata wan di heman demê de li dijî pişaftina çand û hunera jinê ye û wiha domand: “Li ser çanda jinan polîtîkayên pişaftinê hene û heta niha gelek kevneşopiyên me hatine windakirin. Lê em niha dixwazin ku bi vê xebata xwe pêşiya vê pişaftinê bigirin. Niha her tiştek bûye teknolojî. Herkes bi vî awayî çanda xwe winda dike. Weke Şaredariya Silopiyayê me ev xebata xwe daye destpêkirin. Banga me ji jinan heye ku bên xwe qeyd bikin da ku çanda me winda nebe. Em çanda xwe, zimanê xwe winda nekin. Berê dezbilîngên xwe, parzînên xwe werîs û her tiştê xwe me xwe bi xwe çêdikir. Lê niha ne wisa ye. Divê ku em bizanibin ku hûnera me pêşeroja me ye.” 
 
DÊ HEJMARA QURSAN BÊ ZÊDEKIRIN
 
Besê Cevîz, bi lêv kir ku di demên pêşiyê de ew ê hejmara qursên xwe zêde bikin û ev agahî parve kir: “Niha em ê perwerdehiya şeleme, doxîn û dezbilîngan bidin. Lê di dema pêş de em ê perwerdehiya hunerên dest ên kevnare bidin. Di heman demî de armanc ew e ku jin bên bahev û bi hev re hem êşên xwe parve bikin û hem jî çand û hûnera xwe biparêzin. Divê em vê hûnera xwe wekî perçeyekî jiyana xwe bibînin. Jin pênaseya hunerê ye. Ji ber wê divê em bi hev re xwedî li çanda xwe derbikevin û nehêlin ku çanda me bê wendakirin û jibîrkirin.”