Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn

img
AMED - Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya di 5’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. 
 
Lîstikvanê şanoya kurd û derhêner Mehmet Emîn Yalçinkaya ku di sala 2018’an de li nexweşxaneyeke Îzmîrê dema dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a Amedê hate bibîranîn. Malbata Yalçinkaya, hezkiriyên wî û hempîşeyên wî tev li merasîma bîranînê bûn. 
 
Di merasîma bîranînê de lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş axivî û got ku Yalçinkaya li pey xwe valahiyeke mezin hiştiye. Ateş, wiha domand: “Dixwest ku şanoya kurdî li cîhanê li cihê heq dike be. Ji bo vê jî her tim di nava hewldanan de bû û xeyalên wî hebûn. Dixwest ku li hemû bajarên kurdan şanoyên kurdî bên avakirin. Bi taybet jî li Mêrdînê. Hinek daxwazên wî pêk hatin lê hinek hêj pêk nehatine. Ev jî dikeve ser milê me lîstikvanên şanoyê yên kurd. Em niha şanoya ji hêla Emîn û hevalên wî ve hatiye avakirin birêve dibin. Ji bo ku em bigihînin wê asta wî dixwest dê bênavber bixebitin. Ez bi van hestan wî dîsa bi bîr tînim. Bi rêz û hurmet wî silav dikin.” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran dua xwendin, çîçek danîn ser gora Yalçinkaya û bîranîn bi dawî bû. 
 
JI HÊLA QEYÛM VE HATIBÛ ÎXRACKIRIN 
 
Yalçinkaya bi nasnavê “Emîn Qosarî” dihat naskirin û di sala 1968’an de ji dayik bû. Di temenekê biçûk de li şanoyên amator weke lîstikvan cih girt. Nêzî 27 salan li Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di gelek lîstikan de weke lîstikvan, derhenêr û nivîskar cih girt. Piştî ku qeyûm li şaredariyê hat tayînkirin, tevî 30 hevalên xwe yên şanoger bêkar ma û piştre jî tev li Şanoya Bajêr a Amedê bû. “Mala Dînan”, “Mala Extiyaran” û “Zembilfiroş” çendek lîstikên wî yên herî navdar in. 
 
Yalçinkaya, ked da ku gelek lîstikên bi kurdî bên lîstin. Di heman demê de gelek lîstik wergerand kurdî û hatin lîstin.