MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist

img

AMED - Grûba MÎASÎN li Baxçeyê Zarok Ma’yê bi pirzimanî konserek bêhempa li dar xist. 

Kom ango Grûba MÎASÎN a ji hunermendên jin ên ji Tirkiyeyê, Ermenistan û Fransayê pêk tê  bi organîzasyona AmîdArtê li Baxçeyê Servekirî yê Zarok Ma’yê ya li Amedê konser li dar xist. Gelek guhdar û temaşevan beşdarî konserê bûn. Hunermendên di komê de Ezgî Elkirmiş, Seval Eroglû, Carole Marque û Sevana Tehakerian bi kurmancî silav dan guhdarên xwe û paşê stranên ji hev xweştir strîn. 
 
Komê bi stranan hem guhdar û temaşevanan kêfxweş kir hem jî xemgîn kir. Komê stranên frensî, tirkî û ermenkî strîn û her wiha endamên Jin Ma jî derketin ser dikê û li gel Grûp MÎASÎN strîn. Vê carê dengê stranên kurdî jî olan da û konserek pirrengîn û pirzimanî derket holê.
 
Hunermend Seval Eroglû diyar kir ku koma wan MÎASÎN li gelek deveran derdikeve pêşberî guhdar û temaşevanên xwe û got ew ji ber li Amedê ne gelek kêfxweş in.