Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne

img
AMED - Sînemager Mehmet Emîn Îsî têkildarî 8’emîn Mihrîcana Belgefilman a Filmamedê ku bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hatiye amade kirin, wiha got: “Armanca me mihrîcaneke aktuel e û em li benda film û projeyên we ne.”
 
Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, serlêdanên 8’emîn Mihrîcana Belgefilman a Filmamed di 3’yê tîrmehê de dabû dest pê kirin û serîlêdanan dê heta 31’ê tîrmehê bidome. Ji ber rewşên aborî û çend sedemên din ev 4 sal in Mîrhîcana Belgefilman a Filmamedê nedihat lidarxistin. Îsal dê cara 8’emîn dîsa derkeve pêşberî sînemahezan.
 
Sînemager Mehmet Emîn Îsî têkildarî mijarê pirsên me bersivandin. 
 
‘DIVÊ FILMAMED BERXWEDANA XWE BIKE’
 
Sînemager Mehmet Emîn Îsî behsa sedema neçêkirina mihrîcananê kir û diyar kir ku ji ber rewşa aborî û çend sedemên din wan nekariye mihrîcanê li dar bixin. Îsî, da zanîn ku wan piştî 4 salan dîsa mihrîcana belgefilman amade kirine û got ku Filmamed heta niha 7 car hatiye çêkirin. Îsî, destnîşan kir ku wan di bin banê şaredariyê de mihrîcan amade dikirin û piştî qeyûm wan tenê 2 caran karine mihrîcanan çêbikin û wiha got: “Filmamed hertim xeta berxwedanê dida nîşandan. Yek ji dirûşmeyên Filmamedê “Her der sînema, her der berxwedan” bû. Em jî du vê yekê ketin û me got çawa film berxwedana xwe dike, divê Filmamed jî berxwedanê pêk bîne. Me jî li ser vê esasê xwest serîlêdanên 8’emîn Mihrîcana Belgefilman a Filmamedê bidin dest pê kirin. Serîlêdan 3’yê mehê de dest pê kirin û heta 31’ê mehê jî dê berdewam bike.”
 
‘DAXWAZ MIHRÎCANEK AKTUEL E’
 
Îsî bi lêv kir ku heta niha ji 4 milên Kurdistanê, Tirkiyeyê û ji derveyî welat gelek film ji wan re hatine şandin. Îsî da zanîn ku piranî filmên kurdî ne, lê yên biyanî jî gelek in. Îsî, anî ziman ku yek neteweyî û yek jî navneteweyî bijartin ji 2 beşan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di beşa neteweyî de filmên kurdî dê bê nîşandan û ya navneteweyî de jî filmên hemû welatan yanî yên biyanî dê bên nîşandan. Ji vê zêdetir Filmamed naxwaze tenê bibe mihrîcanek û filman bide nîşandan. Dixwaze bibe mihrîcanek aktuel û bi derhêner, temaşevanên xwe û xebatkarên mihrîcanê re xebateke hevpar bê meşandin. Em bi derhêneran re hevpeyvînan çê dikin. Em dixwazin temaşevan û derhêner bên ba hev û li ser sînemaya cîhanê û belgefilman mijarên estetîk, çîrok, zimanê filman nîqaşan bikin.”
 
SERLÊDANÊN PROJEYAN JÎ DEST PÊ KIRINE
 
Îsî diyar kir ku wan di heman demê de serîlêdanên projeyan jî dane destpêkirin. Îsî, got ku ew gelek giringiyê didin van projeyan û xwest kesên eleqedar projeyên xwe ji wan re bişînin. Îsî, diyar kir ku ew ê ji bo kesên ku projeyên xwe şandine alîkariya teknîkî bikin û wiha berdewam kir: “Esasa me, mijar an jî çîrok li Amed, derdorê Amedê yan jî çar milên Kurdistanê derbas bibe ye. Em jî hewl didin ku ji aliyê teknîkî de alîkarî bidin projeyan û bikin film. Ji bo serîlêdanan em hêviya kesên eleqedar in.”
 
‘MIHRÎCANÊN BELGEFILMAN KÊM IN’
 
Îsî da zanîn ku Filmamed mihrîcanek belgefilmane ku gelek kêm tê çêkirin. Îsî, got ku li Tirkiyeyê tenê Docûmanterîst û Filmamed mihrîcana belgefilman çêdikin û  gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Belgefilm ji bo gelên bindest cihekî girîng digirin. Lewma belgefilm rêyekê dide nîşan dan, bîra civakê dikolin û vê belgeyê mihafaza dikin. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin belgefilman. Bila kesên têkildar mijar û çîrokên nehatine çêkirin û divê bên çêkirin ji me re bişînin ku em jî bi alîkariya xwe wan çîrokan bikin film. Em li bendê ne ku projeyên xwe bişînin û em bi hev re filmekê çêbikin.”
 
MA / Bazîd Evren – Mujdat Can