Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê çek Mîlan Kundera di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
Nivîskarê çek Mîlan Kundera duh li paytexta Fransayê Parîsê jiyana xwe ji dest da. Berdevka Pirtûkxaneya Moravyayê (MZK) Anna Mrazova têkildarî mijarê ev agahî da: “Ev demekî dirêj bû Mîlan Kundera nexweş bû û duh li Parîsê jiyana xwe ji dest da.” Weşangerê Kundera yê li Fransayê Gallimard jî da zanîn ku nivîskar di 11’ê tîrmehê roja sêşemê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Mîlan Kundera di sala 1929’ê de li bajarê Brno yê herêma Moravya ya Çekoslovakyayê ji dayik bû. Di sala 1975’an de koçî Fransayê kir û di sala 1981’ê de bû hemwelatiyê Fransayê. Piştî weşandina “Pirtûka Ken û Jibîrkirinê”, hikûmeta Çekoslovakyayê Kundera ji hemwelatiyê derxist. Kundera, 15 pirtûk nivîsandin, gelek xelat wergirt û li gel pîşeya nivîskariyê, di heman demê de salên dûvdirêj bi awayekî profesyonel bi muzîk û sînemayê re jî eleqedar bû.