Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê

img

AMED - Derhêner Lîsa Çalan diyar kir ku dê Festîvala FilmAmed çîrokên xelkê din bi civakê re parve bikin û ew ê bi festîvalê tirsê ji holê rakin.

 
Li Amedê sala 2011’an bi pêşengiya Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn, mihrîcana belgefilman a “FilmAmed” heta lidarxistin. Li Kurdistanê mihrîcaneke bi vî awayî ya ku tenê belgefilman nîşan dide, tine ye. Lewma ev mihrîcan mihrîcaneke pirr bi qedr û qîmet e. Festîval heta sala 2019’an jî bi awayekî bi rêk û pêk bi rê ve çû, lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê hatin kirin, weke gelek mihrîcanên din ev mihrîcan jî hat betalkirin. 
 
Mihrîcana “FilmAmed” piştî navbera çend salan, îsal bi pêşengiya Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navînû hin saziyên sivîl ji nû ve tê lidarxistin. Mihrîcan dê belgefilmên piştî sala 2020’an hatine çêkirin, qebûl bike û di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de pêk were. Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman dê cara 8’an were lidarxistin. Her sal diyarî mijarekê hat kirin. 
 
Endama Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilita Navîn derhêner Lîsa Çalan têkildarî festîvalê diyar kir ku festîval sînoran nas nake û ew li benda serlêdana her kesî ne. 
 
'ÊRIŞÎ ÇAND Û HUNERA ME DIKIN’ 
 
Çalan anî ziman ku li dijî hemû saziyan, di serî de saziyên jinan, çand û ziman êriş hene û wiha got: “Bi destê qeyûman li her deverî êrişî çand, ziman û hunera me dikin. Dewlet û pergala êrişkar dixwaze çanda kurdan xera bike. Loma jî di serî de êrişî huner û çandê dike. Ji ber ku sînema bîra kurdan e, her tim êriş li serê heye. Dixwazin civakê bêbîranîn bihêlin. Ji ber vê jî fîlma dokûmanterê gelekî girîng e, em di van fîlman de agahiyan didin civakê. Li dijî bîra me her ku diçe êriş hene. Demek dirêj e tirsê xistine ser civakê. Em ê vê tirsê ji holê rakin. Em ê xwe bigihînin çîroka her kesî. Em ê çîroka her xelkekî bigihînin civakê. Sînorê me tune ye. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye.” 
 
MA / Eylem Akdag