Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên ziman êrişên li ser çand û zimanê kurdî şermezar kirin û wiha bang kirin: "Tekane rê ji bo pêşîgirtina li êrişên bi vî rengî û pûçkirina wan ew e ku em xwedî li zimanê kurdî derkevin û her doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin."
 
Di 17'ê Hezîranê de Qeymeqamtiya Fatîh a Stenbolê bêyî hincet çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ku dê Navenda Çanda Mezopotamyayê li dar bixista qedexe kiribû û di 19'ê Hezîranê de jî Qeymeqamtiya Tetwan a Bedlîsê bêyî sedeme were nîşandan şanoya "Haylo Dîsa Tevlihev Bû" qedexe kiribû. Her wiha çend roj berê li Trabzonê jî karkerên kurd bi hinceta ku li stranên kurdî guhdar kirine rastî êrişan hatibûn.
 
Saziyên ziman, çand û hunera kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar van êrişên li ser kurdî şermezar kirin û ji bo pêşîgirtina van êrişan îşaret bi xwedîderketina li zimanê kurdî kirin.
 
Daxuyaniya saziyên ziman wiha ye:
 
"Ziman bingeha neteweyekê ye. Hebûna neteweyekê girêdayî hebûna zimanê wê ye. Ji ber ku dewlet dixwaze kurdan asîmîle bike, êrişî zimanê kurdî dike. Wexta ku çalakiyek bi zimanê kurdî dibe, tê qedexekirin; wexta ku kesek li bajarekî rojavayê Tirkiyeyê bi kurdî xeber dide, rastî êrişan tê.
 
Van rojên dawîn çalakiya bi navê “Çîrokên Xorasanê” ku dê ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê ve di 17’ê Hezîranê de li navendeke çandê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê bihata lidarxistin, bê ku tu sedemek were nîşandan, ji hêla qaymeqamiyê ve hate qedexekirin. Du roj piştî vê qedexekirinê di 19’ê Hezîranê de şanoya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ji hêla Qaymeqamiya Tetwanê ve bê ku tu sedemek were nîşandan, hate qedexekirin. Tevî van qedexekirinan, di 21’ê Hezîranê de hin kesan li bajarê Trabzonê êrişî karkerên kurd kiriye bi hinceta ku li stranên kurdî guhdar kirine.
 
Bi destê qaymeqamî û qeyûman êrişî zimanê kurdî dikin û qada kurdî ya heyî jî tengtir dikin. Ev êrişên ku li kurdî tên kirin parçeyekî polîtîkayên asîmîlasyon û krîmînalîzekirina zimanê kurdî ye. Di asta navneteweyî de ev cure polîtîka wek qirkirina zimanî û çandî tên binavkirin. Bi awayekî berdewam li hember zimanê kurdî polîtîkayên bi vî rengî têne cîbicîkirin. Ev polîtîkayên wiha li tu welatekî bi ser neketine, ew ê li hemberî zimanê kurdî jî bi ser nekevin.
 
Qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanekî aştiya nav civakê xera dike, hebûna demokrasiyê û çanda hevqebûlkirinê ji holê radike. Divê dest ji van polîtîkayan bê berdan.
 
Em wek saziyên ku li ser zimanê kurdî xebatan dikin, em van êrişan şermezar dikin û destnîşan dikin ku tekane rê ji bo pêşîgirtina li êrişên bi vî rengî û pûçkirina wan ew e ku em xwedî li zimanê kurdî derkevin û her doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin. 
 
Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
Kovara Destar – Amed"