Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk

img

STENBOL – Gazete Karinca “Ji 1915’an heta niha: Portreyên Ermeniyan” ku ji projeya Aurora Prîzeyê berhev kir weke pirtûk hat çapkirin. Yek ji wergêrên pirtûkê Lokman Sazan got: “Bi vegotina wan xwendina van mirovan, belkî jî bibe munasebeta hevrûbûn û aştiyê.” 

Gazete Karinca “1915’ten Bugüne: Ermeni Portreleri” (Ji 1915’an heta niha: Portreyên Ermeniyan) ku ji projeya Aurora Prîzeyê berhev kir, wergerand tirkî û wekî pirtûk çap kir. Pirtûk bi desteka Nûnertiya Komeleya Heinrich Böll Stiftung a Tirkiyeyê ji Weşanên Weqfa Zanê derket û dê di 24’ê Nîsanê de di 103’yemîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de bigihêje berdestê xwendevanan. Di pirtûkê de çîroka ermeniyên ku di 1915’an de ji qirkirina xelas bûne û ji Rihayê ber bo Buenos Airesê û ji Amasyayê ber bi Fransayê ve çûne vedibêje. Çîrok ji devê zarok û neviyên wan hatine girtin. Tolga Er û Lokman Sazan pirtûk wergerandine û her wiha rojnamevan Çagdaş Kaplan û Bekir Avci jî edîtoriya wê kirine. 
 
Edştorê pirtûkê Bekir Avci, diyar kir ku ji bo ev proje wekî pirtûk bê çapkirin wan pêwendî bi Aurora Prîzeyê re daniye. Avci, diyar kir ku di pirtûkê de dîroka vê xakê bi zimanekî kartêker hatiye vegotin û got: “Çîrokên di pirtûkê de ji Yozgatê heta Amasyayê, ji Amedê heta Wanê, ji Stenbolê heta Tokatê herkesî eleqedar dike.” 
 
‘ÇÎROKA KESÊN KU JI BO AXA KALÊ XWE BIBÎNIN’ 
 
Wergêr Lokman Sazan jî, diyar kir ku ew li gor çîrokên şexsî yên kesên ku ji vê erdnîgariyê ji mecbûrî koç kirine tevgeriyane. Sazan, anî ziman ku wan xwestiye bi vê yekê nîşan bidin ku li vê erdnîgariyê mirovên ji heman çandê dijîn hene. Sazan got: “Di çîrokan de hêrs û nefret jî heye. Lê di heman demê de jî girêdayî erdnîgariya xwe ne ku beriya 1915’an lê bûn. Mesela çîroka hin kesên ku piştî 100 sal şûnde xwestine li Rihayê cihê kalikên xwe bibînin û ji bo ji Brezîlyayê berê xwe dane Rihayê.” 
 
‘DÊ PIŞTEVANIYA AŞTIYÊ BIKE’ 
 
Sazan, destnîşan kir ku Ermenî tenê ne li Tirkiye û Ermenîstanê ne û got: “Belkî jî ji sedî 70’yê ermeniyan li dîasporayê dijîn. Bi vegotina wan xwendina van mirovan, belkî jî bibe munasebeta hevrûbûn û aştiyê.” 
 
MA / Melike Ceyhan