'Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e’

img

WAN – Mehmet Vûral ku di 14 saliya xwe de hînî çêkirina baxlemeyê bû, 24 salin baxlemeyan çêdike. Vûral behsa karê xwe kir û got: “Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e. Muzîk tu carî daxilî şer û xerabiyê nabe.” 

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Mehmet Vûral (38) ku kargeha wî ya baxlemeyan heye, di 14 saliya xwe de hînî çêkirina baxlemeyan bûye û 24 salin baxlemeyan çêdike. Vûral, tevî baxlemeyan gitar, keman û ûdan jî tamîr dike û ji me re hinekî behsa karê xwe kir. 
 
Vûral, diyar kir ku baxleme herî kêm xwedî rabirdûyeke 600-700 salî ye û got: “Li vê erdnîgariyê baxleme enstrumana hemû hest û ramanan, zêmar û kederan e. Ji ber vê gelekî muhîm e, pîroz û biqîmet e. Baxleme bivênevêya vê erdnîgariyê ye.”
 
Vûral, bi lêv kir ku baxlemeya xweşik ji dara baş tê çêkirin û got: “Hin dar hene baxleme ji wan tên çêkirin hin jî hene nayên çêkirin. Yek ji van daran jî dara tuyê ye. Dara hevrisê, dara gûzê ye. Dema mirov daran nas bike baxleme jî baş tê çêkirin. Em baxlemeyên erzan pêşniyar nakin, çimkî tingîniya baxlemeya erzan jî ne xweş e. Baxlemeyeke baş ji 600 lîreyî dest pê dike heta 3-4 hezar lîreyî jî diçe.” 
 
Vûral, anî ziman ku ew di 3 mehan de baxlemeyekê çêdike û dema ew çêdike kêfxweş dibe. 
 
Vûral, destnîşan kir ku çêkirina baxemeyan pîşeyeke zehmet e û ji ber vê di warê peydakirina şagirtan de zehmetiyand ikişînin. Vûral, anî ziman ku niah du şagirtên wî hene. 
 
'DÊ MUZÎK CÎHANÊ RIZGAR BIKE’ 
 
Vûral, bi lêv kir ku divê ciwan zêde bi muzîkê re eleqedar bibin û got: “Mirovê ku bi muzîkê re eleqedar bibe xerabî nakeve dilê wî. Hîn bêtir bi hezkirin û rêzgirtinî nêzî xwezayê, mirovan û heywanan dibe. Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e. Muzîk tu carî daxilî şer û xerabiyê nabe. Tekane armanca wê tiştên xweşik û bextewar ragihîne mirovan. Tekane çeka ku cîhanê rizgar bike, tenê enstruman e.”