NÇM'ê guh li qedexeyê nekir

img
 
 
STENBOL- NÇM'ê tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe ya bi navê "Çîrokên Xorasanê" bi coşeke mezin li dar xist. 
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), dê çalakiya xwe ya "Çîrokên Xorasanê" li Navenda Çandê ya Alî Emîrî Efendî li dar bixista, lê Qeymeqamtiay Fatîhê bê hincet çalakiyê qedexe kiribû. Piştî vê biryarê, NÇM'ê jî çalakiya xwe li avahiya xwe ya li Beyoglûyê li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiya "Çîrokên Xorasanê bûn. Nivîskar Ayhan Erkemn û hunermendê îranî Haşim Ferhadî derketin ser dikê. 
 
Ji hunermendên NÇM'ê Talat Yeşîl di destpêka bernameyê de axivî. Yeşîl bal kişand ser biryara qedexekirinê ya qeymeqatiyê û got ku ew ê tu carî paş d egav neavêjin.
 
Piştî axaftinê nivîskar Erkmen çîrokên Xorasanê gotin. Hunermend Ferhadî jî stranên çîrokan gotin.