Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin

img
STENBOL- Çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ya NÇM'ê, ji aliyê Qeymeqamtiya Fatîhê ve hat qedexekirin.
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), dê di 17'ê Hezîranê de li Navenda Çandê ya Alî Emîrî Efendî çalakiya "Çîrokên Xorasanê" li dar bixista. Lê Qeymeqamtiya Fatîhê bê hincet çalakiyê qedexe kir.
 
NÇM'ê têkildarî mijarê got: "Çalakiya me ya bi navê Çîrokên Xorasanê ku dê di 17'ê Hezîranê roja şemiyê saet di 20.00'an de li Navenda Çandê ya Alî Emîrî Efendî ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bihata lidarxistin, ji aliyê Qeymeqamtiya navçeyê ve bê sedem hat qedexekirin. Ev qedexeya ku beriya çalakiyê bi çend saetan hat kirin, a rast qedexeya li ser ziman û çanda kurî ye. Wekî hewldanên qedexekirinê yên ku berê ev hewldana qedexekirinê jî ji bo me betal e. Em ê di heman rojê de (17'ê Hezîranê rojaşa şemiyê) û di heman saetê de (20.00), li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê çalakiya xwe li dar bixin. Em li benda hemû çîrokhez û mêvanên xwe ne. Nîşe: bilêtên ku hatine kirîn derbasdar in."