Derhêner Konar: Min xwest derûniya zarokên Kurd vebêjim

img

STENBOL - Derhênerê fîlma “Hewno Bêreng” Mehmet Alî Konar, diyar kir ku wî xwest ji çavên zarokan bûyerên herêmê yên di salên 1990’î de rû dan vebêje û got: “Min xwest derûniya zarokên Kurdistanê ragihînim.”

Derhênerê fîlma “Hewno Bêreng” Mehmet Alî Konar ê di filma xwe de qala bûyerên salên 1990’î dike, bandora wê ya li ser zarokan vegot. Fîlmê ku lîstikvanên Civan Guney Tunç, Bîlal Bulut, Orhan Alici, Cuma Karaaslan, Midas Muhammed, Sevgî Yusufoglu jî têde cih digirin, bi zaravayê Kurmancî û Kurmanckî hatiye amadekirin. û hat temaşekirin. Film bi jêrnivîsa ingîlîzî u tirkî hat amadekirin û di 15’ê Nîsanê de li 37'emîn Mihrîcana Fîlman a Stenbolê de li sînemayê hat peşandan.  
 
‘HEMÛ KURD DIKARIN XWE TÊ DE BIBÎNIN’
 
Konar, diyar kir ku fîlm tenê çîroka kesekê venabêje û wiha axivî: “Hemû kurd  dikarin xwe tê de bibînin. Zaroktiya min Kurdistanê derbas bû. Hestên ku di vê fîlmê de hatine avakirin pir nêzî min in. Kurdistan mîna malekê ye. Ez neçar mam ku fîlmê dinava 13 rojan bikêşin. Bûyerên siyasî hebûn. Fîgur û mekan dîtin pir zor bû. Heya me  destûr girt, em perîşan bûn. 3 caran ez red kirim. Hemû  kes ditirsiya. Tirsa şer hebû. Ji ber vê yekê min nedikarî ji kesekê re bêjim were. Rîskek mezin bû. Lê cardin me qedand. Di sinemaya kurd de û ya giştî de ez hê nüme. Ez dixwazim fîlmên bi kurdî yên xweş çêbikim.”
 
Konar, di dewama axaftina xwe wiha got: “Min xwest derûniya zarokên Kurdistanê dijîn nîşan bidim. Projeyên min ên nû hene. Min xwest bûyerên salên 90’î vebêjim. Min di filmê de bal kişand ser zarokên kurd ên nû diçin dibistanê û ji ber şîveya xwe heyî rastî kîjan pirsgirêkan tên vegot.”