Pirtûka Jessica Schiefauer ‘Oglanlar’ li Tirkiyeyê jî hat çapkirin

img

STENBOL – Pirtûka “Oglanlar” ku bedenê wekî “qada cengê” û mêraniyê jî wekî “tiryakê” destnîşan dike, ji Weşanên Guldunyayê derket. Nivîskar Jessica Schiefauer diyar dike ku zayendîbûyîn ji bo keç û mêran şer e.

Pirtûka “Oglanlar” a nivîskara Swêdî Jessica Schiefauer ji Weşanên Guldunyayê derket. Derhêner Alexandra-Therese Keining di sala 2005’an de ev pirtûk kiribû fîlm û di sala 2011’an de jî Yekîtiya Weşangerên Swêdî wê hêjayî Xelata Augustê dîtibû. Pirtûka “Oglanlar” çîrokeke rasteqîne wekî xeberoşkekê vedibêje. Di pirtûkê de rewşa zayendî ya sê keçen 14 salî tê vegotin. Di pirtûkê de rewşa hersê keçan ên li bajarekî biçûk ê Swêdê di navbera cîhaneke ku zayendîbûna wan “keçikbûyînê” li wan ferz dike û  cîhaneke ku ji zayendiya wan serbixwe de asê mane tê vegotin. Di pirtûkê de beden wekî “qada cengê” û mêranî jî wekî “tiryakê” tê destnîşankirin. 
 
Heman pirtûk heta niha li Fransa, Fînlandiya, Danîmarka, Sûriye û gelek welatên din jî hatiye weşandin.