Avakara Mala Hunerê ya Degîrmenê: Em dikarin tiştên xweş bikin

img

STENBOL–  Ji avakarên Mala Hunerê ya Degîrmenê Esra Çagin, diyar kir ku ew bi hunera alternatîf tev geriyane û got: "Em dikarin bi hevdu re hin tiştan bikin. Em dikarin hem ji bo hunerê, hem ji bo taxa me tiştên xwe bikin." 

Di Gulana sala çûyîn de komek hunermend li Taxa Gaziyê ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, Mala Hunerê ya Degîrmenê ava kirin. Di mala hunerê de gelek derdorên cuda tên gel hev û hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan fealiyetên hunerî tên kirin û perwerdehî tên dayîn. Li Mala Hunerê ya Degîrmenê dersên şano, reqs, erbane, baxleme û dersên zayendiya civakiyî tên dayîn. Her wiha koma şano ya mezin û biçûkan jî heye. Yek ji avakarên Mala Hunerê ya Degîrmenê Esra Çagin, beha mala hunerê û fealiyetên wê kir. 
 
‘EM JI BO HUNEREKE ALTERNATÎF KETIN RÊ' 
 
Çagin, diyar kir ku berê jî wan hin karên bi vî rengî kirine û got: "Em ji bo hunereke alternatîf ketin rê. Me got em ê perwerdehiyeke alternatîf çawa pêk bînin. Wekî hûn dizanin li Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî mezin hene. Ji ber vê hem naveroka hunerê hem jî ya perwerdehiyê hatiye valakirin. Jixwe li Gaziyê têra xwe zarok tên çewisandin. Yanî li vir der barê huner û perwerdehiyê de tiştek nayê kirin. A rast em ji bi vî awayî ketin rê. Me got ka em ê di vî warî de karibin çi bikin, ji bo zarokan çi bikin û li vir tiştên çawa bikin? Me li gor van pirsan riya xwe diyar kir û me Mala Hunerê ya Degîrmenê ava kir." 
 
Çagin, anî ziman ku wan piştî demeke dirêj ya amadekariyê wan ava kiriye û got: "A rastî di şertê niha de ev xebat pir zehmet in. Jixwe hayê we ji hin pêvajoyên ku li Gaziyê rû didin hene. Gelek kes tên binçavkirin. Gelek der tên girtin. Axirê tu bi awayekî muxalif î. Her çend ev der mala hunerê be jî, lê xeteke vê derê heye. Bêyî ku em hunerê û hin tiştên din tev li hev bikin, em hunerê dikin. Huner çî ye? Huner çawa tê kirin? Em dipirsin. Wê di pêş de jî nîqaşên me yên ji bo hunerê bidomin. Em ê di vî warî de gelek tiştan bikin." 
 
‘WERIN EM BI HEVDU RE HIN TIŞTAN BIKIN' 
 
Çagin, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo dersan heye û got: "Ji ber ku me nû vekiriye, kêmasiyên me hene. Ne ji bo kirina hunerê, ji bo dagirtina binî wê em dixwazin. Ji ber vê ye em bi giranî diçin. Em wisa difikirin ku divê der barê hunerê de agahiyên herkesî hebin. Ji ber vê ye ku em hêdî hêdî ber bi armancên xwe ve diçin." Çagin, anî ziman ku di pêş de ew dixwazin li kuçeyê mîhrîcanekê li dar bixin. 
 
Her wiha Çagin diyar kir ku li ser medyaya civakî xwe gihandina wan hêsan e û got: "Em li benda herkesî ne ku piştevaniyê bikin. Bi hevdu re mirov hêzdartir e. Ji ber vê em banhg herkesan dikin. Em dikarin bi hevdu re hin tiştan bikin. Em dikarin hem ji bo hunerê, hem ji bo taxa me tiştên xwe bikin. Ji ber vê werin em bi hevdu re hêzdartir bibin û tiştên xweş bikin."
 
MA / Sadiye Eser