Nivîskar Kardelen: Wêje bîr û xwezaya civakekê ye

img

WAN – Nivîskar Rengîn Kardelen diyar kir ku wêje bîr û xwezaya civakekê ye û got: “Tu civakeke ku berhemên xwe yên wêjeyî, çîrok, roman û helbestên xwe dinivîsîne tune nabe, nayê tunekirin. Wêje inyada vejîn û hebûnê ye, jîndarkirina vîna nirxên çandeyî û dîrokî ye.” 

Nivîskar Rengîn Kardelen ku li Wanê tev li gotûbêja ji bo pirtûka xwe “Xaşxaş” a bi çeşnê xwe cerebe ye bû, ji bo ajansa me behsa pirtûka xwe, serpêhatiya xwe ya wêjeyê û çewisandinên li ser wêje û çanda kurdî kir. 
 
Kardelen, bi lêv kir ku dema wê pirtûka xwe dinivîsand hîseke wekî ku ruhê xwe diniqirand lê peyda dibû. Kardelen ji bo pirtûka xwe “Xaşxaş” ev tişt gotin: “Xaşxaş bangewaziyek e, vexwandina li xwemaliya xwe ye. Li ser kevirên Sûrê gazindeke şikestî ye. Qîrîniya hêviyeke ku got ‘Wê dawî bêhempa be’ ye. Dema min Xaşxaş dinivîsand hema bêje min ruhê xwe diniqirand. Min bi dehan birînên vekirî di dilê xwe de vediguhast û peyvên êşê, sancûyan, xirûr û hêviyê ji bêhna min dadiwerivîn ser rûpelên pirtûkê.” 
 
‘WÊJE BÎR Û XWEZAYA CIVAKEKÊ YE’ 
 
Kardelen bi lêv kir ku wêje xweza, bîr û sekna civakekê ye û di heman demê de çalakiyeke ku civak xwe pê estetîze dike, diafirîne û veduguhêzîne pêşerojê. Kardelen diyar kir ku wêje terhê jiyanê yê civakekê ye û di heman demê de sêwirandina wê, utopyaya wê û karaktera wê ye jî. Kardelen got: “Ji ber vê yekê ye ku tu civakeke ku berhemên xwe yên wêjeyî, çîrok, roman û helbestên xwe dinivîsîne tune nabe, nayê tunekirin. Wêje inyada vejîn û hebûnê ye, jîndarkirina vîna nirxên çandeyî û dîrokî ye.”  
 
‘WÊJE LI SIRGÛNÊ VEDIGUHERE AMÛRA SERÎHILDANÊ’
 
Kardelen destnîşan kir ku serdestên ku hay ji vê rewşê hene, ewil berê xwe didin ziman, çand û wêjeyê. Kardelen diyar kir ku ev rewş digihê asta ku zimanê civakê bê qedexekirin. Kardelen, diyar kir ku ji destpêka avakirina komarê heta niha ve rewşenbîrên kurd hatine sirgûnkirin, lê belê ligel van tiştan hemûyan dîsa jî wêje li vir veguheriye amûreke îsyanê. 
 
Kardelen, anî ziman ku çewisandinên li ser wêjeya kurdî girêdayî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Kardelen diyar kir ku pirsgirêka hebûna gelekî, azadî û zimanê wî paraleli wêjeyê û bi hev re pêş dikevin. Kardelen bal kişand ser kirinên qeyûman ên li ser çand û wêjeya kurdî û diyar kir ku bi vê yekê dîsa rojanekirina polîtîkayên çewsîner û înkarê tê xwestin. Kardelen bi lêv kir ku lê belê tiştek nehatiye hesabkirin, ew jî asta polîtîk a bîrbirî, asta hêzdariya rêxistinê û azadiyê ya gelê kurd e. Kardelen, diyar kir ku êrîşên li hemberî peykeran, qeyûmên tên tayînkirin û girtina pêşengên siyasî yên kurd hemû girêdayî hev in. Kardelen got: “Wêjeya rojên vejînê polîtîk e û bi çewisandinê polîtîk re rû bi rû dimîne. Mecbûr e bibe zimanê têkoşînê û ji ber vê ye ku dibe hedefa hêzên serdest. Çimkî ew baş hay ji rola wêjeyê hene.” 
 
MA / Mujdat Can