18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike

img
STENBOL - 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike. Di mîhrîcanê de dê 58 jê yên herêmî û 25 jî biyanî bi giştî 83 fîlm bên pêşandan. 
 
18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dê di 2’yê gulanê de li Stenbolê dest pê bike. Mîhrîcan dê hefteyekê bidome û 58 jê yên herêmî û 25 jî yên biyanî bi giştî 83 fîlm bên pêşandan.  
 
Di mîhrîcanê de her wiha dê fîlmên bi mijara kedê, wekheviya zayenda civakî, bajar, hawirdor, koçberî-penaberî, mafên mirovan û tenduristiyê jî bên pêşandan. 
 
FÎLMÊN KU DÊ CIH BIGIRIN 
 
Di berhevoka mîhrîcana îsal de Tirkiye jî di nav de dê ji 19 welatan 21 belgefîlm û fîlmên anîmasyonê yên bi metraja dirêj, 62 jê bi metreja kurt û navîn cih bigirin. Li gel fîlmên bi metreja dirêj ên weke Temenê Kuliyeke Berfê (Bir Kar Tanesinin Ömrü), Şeva Lacîwerd (Lacivert Gece), Yawan, Aga û Zero Fucks, her wiha belgefîlmên bi metreja dirêj ên weke Zarokên Netebit (Yaramaz Çocuklar), Evîn Merka û Mirin (Aşk Mark ve Ölüm), Her Tişt Di Nav De (Her Şey Dahil),  40 Sal Piştî Fatmayê (Fatma’dan 40 yıl Sonra), Hezîrana Karkeran (İşçilerin Haziranı) û The Other Half jî hene. 
 
Di kategoriya belgefîlman de belgefîlma “Meydana Karanfîlê” jî heye ku derhêneriya wê Hasarî Serhat Çelîk dike û têkoşîna Dayikên Aştiyê ya domdirêj vedibêje. 
 
ŞEVA DESTPÊKÊ DI 2’YÊ GULANÊ DE YE
 
Şeva destpêkirina mîhrîcanê dê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a girêdayî Şaredariya Şîşliyê bê lidarxistin û pêşkeşvaniya wê jî dê lîstikvan Bulent Emrah Parlak bike. 
 
Fîllmê ewil ê mîhrîcana îsal “Evîn, Mark û Mirin” e ku derhênerê wê Cengîz Kaya ye. Di fîlm de çîroka koçberên tirkiyeyî yên li Almanyayê, zarok û neviyên wan tê vegotin.